Rêveberiya Xweser agahiyên niştecihên kampa Holê kom dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ragihand ku wan dest bi komkirina agahiyan li ser niştecihên kampa Holê kiriye da ku rewşa kampê baştir bibe û piştrast kir ku ev kar li gorî qanûnan tê meşandin.

Rêveberiya Xweser agahiyên niştecihên kampa Holê kom dike
10 hezîran, 2020   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Der barê pêkanîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ewlehî û aramiyê de bi rêya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî, dê agahî û detayan ji hevjînên çeteyên DAIŞ’ê yên navên koçberên li kampa Holê li xwe dikin, kom bikin. Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên li cîhanê ye. Ji ber ku tê de hejmareke mezin kesên tev li rêxistina DAIŞ’ê bûne û zarokên wan hene. Her wiha ev tedbîr li gorî berpirsyarî û disîplîna ewlehî, qedexekirina kiryarên terorîst li herêmê û dewletên cîhanê ne.

Tevahî agahiyên guncaw li gorî başbûna rewşa jiyanî ya mirovên di hundirê kampa Holê de pêk tên, her wiha da ku welatên wan endamên DAIŞ’ê yên di kampê de li ser van xetereyan agahdar bikin û bang li wan bikin ku bi erkên xwe rabin û piştevaniya guncaw pêk bînin. Li aliyekî din jî da ku çareyeke guncaw ji rewşa bigirêk a li kampa Holê re tevî hebûna hejmareke mezin ji jin û zarokan, bibînin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên leşkerî û ewlehiyê li gorî rêzgirtina mafên mirovan, peymanên navdewletî tev digere. Ji lew re xebata komkirina agahiyên ji hundirê kampê dê li gorî qanûnan be, bêyî tu astengiyek ji niştecihên kampê re bê çêkirin."

(fr)

ANHA