Rêxistina Sara sûcên li dijî jinan ên li Efrînê şermezar kirin

Endama Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Kobanê Zozan Xelîl sûcên şer ên li dijî jinên li Efrîna dagirkirî şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku mudaxeleyê lê bikin.

Rêxistina Sara sûcên li dijî jinan ên li Efrînê şermezar kirin
10 hezîran, 2020   07:02
KOBANÊ-HÊZA HESEN-NÎHAD KARO

Zozan Xelîl sûcên komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li bajarê Efrînê ji revandin, destavêtin û kuştinê, şermezar kirin.

Zozan got: "Tevahiya jinên di saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên hiqûqî de tundiya li dijî jinan û sûcên derexlaqî yên li dijî wan şermezar dikin."

Di dawiyê de Zozan Xelîl bang li tevahiya rêxistinên ku îdia dikin hiqûqî û mirovî ne kir ku bi lez mudaxeleyê lê bikin û sûcên derexlaqî û sûcên komên çeteyan ên li dijî jinan rawestînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iHSllVJhCJI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>