Rêveberiya dibistanên Kobanê amadekariyên ezmûnên amadehiyê dike

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Kobanê amadekariyên lidarxistina ezmûnên asta amadehiyê dike. Beriya ku ezmûn dest pê bikin, dê xwendekar du mehan perwerdeyê bibînin.

Rêveberiya dibistanên Kobanê amadekariyên ezmûnên amadehiyê dike
10 hezîran, 2020   07:41
KOBANÊ-SAMIR OSMAN-UMER MIHEMED

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Kobanê amadekariyan dike da ku 5 dibistanên li bajarê Kobanê û bajarokên girêdayî wê veke, ji bo ku  xwendekarên asta amadehiyê beriya ezmûna dawî du mehan perwerdeyê bibînin.

Piştî pandemiya Koronavîrusê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam li gelek sazî û dibistanan taloq kir. Li Kobanê tevî vê, ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, dibistan zêdetirî 2 mehan jî hatin rawestandin.

/kr/uploads/files/2020/06/10/074219_072324_khald-jradh.webp

Endamê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Kobanê Xalid Cirade di vî warî de wiha got: "Xwendekar hemû,  ji bilî yên asta amadehiyê, li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji refa duyemîn re li gorî nirxandina werza yekem a par tên veguhastin."

Girêdayî xwendekarên asta amadehiyê Xalid Cirade got: "Me mijara peydakirina derfetê ji xwendekar re da ku derbasî zanîngehê bibin, nîqaş kir. Li gorî wê me biryara girtina gelek tedbîran da, di nav de avakirina şaneyekê ji bo ku çavdêriya xebatên perwerdeyê û ezmûnan li Kobanê. Ev xebat dê du mehan bidome heta ku xwendekar xwe ji ezmûna dawî re amade bikin. Ji bo wê em hewl didin 5 dibistanan; jê 3 li Kobanê û 2 li bajarok û navçeyên wê amade bikin da ku xwendekar tev li perwerdeyê bibin.”

Cirade diyar kir ku di 13`ê Hezîranê de dê perwerdeya xwendekaran dest pê bibe.

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan hewl dide dibistaneke taybet veke. Ev dibistan xwendekarên ku ji ber rewşên herêmê û yên ku li derve bûn û vegerîne û  li gorî rêza refan nikarîn derbasî dibistanan bibin, dê pêşwazî bike. Cirade ev tişt diyar kir: "Ev dibistan, Dibistana Şehîd Serhed e. Niha tê de 60 xwendekar ji tevahiya temenan hene. Xwendekar têne perwerdekirin da ku tev li xwendekarên din bibin."

Endamê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan anî ziman ku wan biryar daye dê ezmûnan li gel girtina tedbîrên ku biryarên Rêveberiya Xweser ên girêdayî xweparastinê ji Koronvîrusê di ber çavan re derbas dikin, li dar bixin. Di her refekê de dê 20 xwendekar hebin û daniştokên wan dê ji hev dûr bin.

Di demekê de ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde bi pêş dikeve, dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin ewlehiya van herêman bi rêya êrişên xwe yên domdar û topbarana bêserûber bihejînin. Her wiha ji ber wan êriş û topbaranan bi sedan hektar zevî şewitîn.

Tevî wê jî Tirkiye siyaseteke dijber dimeşîne û sûcên dermirovî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Bi taybet qutkirina avê, Tirkiye bi vê yekê siyaseta birçîkirina herêmê dimeşîne. Li rex sûcên wê û çeteyên girêdayî wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û li dijî jinên Kurd di girtîgehên çeteyan de li Efrînê. Ev hemû li gel bêdengiya navdewletî pêk tên.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i1HE95o5BbM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>