Zeyneb Celaliyan ji nexweşxaneyê dîsa şandin girtîgehê

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a ji bo testa wê bê kirin rakirin nexweşxaneyê, piştrast bû ku bi vîrusa Koronayê ketiye û rewşa wê nebaş e. Tevî doktoran diyar kiriye ku divê li nexweşxaneyê bimîne jî hêzên rejîmê Zeyneb careke din birin girtîgehê.

Zeyneb Celaliyan ji nexweşxaneyê dîsa şandin girtîgehê
9 hezîran, 2020   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a di Girtîgeha Qerçek a rejîma Îranê de dimîne ji bo testa wê bê kirin rakirine nexweşxaneyê û testa wê pozîtîf derketiye.

Li gor agahiyan piştî hatiye piştrastkirin ku Zeyneb Celaliyan bi vîrusa Koronayê doktoran diyar kiriye, rewşa Zeyneb Celaliyan baş nîne û divê li nexweşxaneyê di kontrola pijîşkî de be. Lê tevî vê jî hêzên rejîmê Zeyneb Celaliyan careke din birine girtîgehê.