Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên herêma Firatê û bajarê Minbicê bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku ew şopdarên rêya şehîdan û têkoşeran in.

Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan
9 hezîran, 2020   18:29
KOBANÊ

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û hedefkirina fermandar û têkoşerên Kurd herî dawî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê Qasim Engîn li dar dikevin.

Ciwanên Minbic û herêma Firatê bi meşekê banga berxwedana li dijî dagirkera Tirk û eşkerekirina sûcên wê kirin.

Meş ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve destpê kir. Bi dehan ciwanên herêma Firatê û Minbicê ji pêkhateyên Ereb û Kurd tev li meşê bûn.

Meş li ber goristanê rawestî û ciwanan dirûşmeyên ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê şermezar dikin, berz kirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê Macîde Hiso axivî û destnîşan kir ku ew şopdarên rêya şehîdan, têkoşeran û fermadarên şoreşê ne heta ku armancên wan di rizgarkirina ax û gel de pêk tên.

Macîde wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina têkoşer, fermandar û kesayetên siyasî gelê Kurd dike hedef."

Macîde bal kişand ser ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê û got: "Armanca ew e vîna jina Kurd a azad û têkoşer bişkîne. Sûcên wê li dijî Barîn Kobanê, Hevrîn Xelef, keça efrînî Melek Nebî Xelîl û herî dawî girtina têkoşer Leyla Guven mînakên vê yekê ne."

 Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dagirkera Tirk û silavkirina têkoşîna jina Kurd bi dawî bû.

(şx)

ANHA