QSD‘ê encamên roja 6‘an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir

Navenda Ragihaninê ya QSD‘ê ragihand ku hêzên wan di roja 6‘an a Pêngava Tenekirina Terorê de 70 km bi pêş ket û 14 çete girtin.

QSD‘ê encamên roja 6‘an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir
9 hezîran, 2020   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên roja 6‘an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir. QSD‘ê ragihand ku dirêjehiya 70 km û firehiya 80 km pêş ket û 14 çete girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin:

"Hêzên Sûriya Demokratîk bi koordîneya hêzên Koalîsyonê ya bejahî û esmanî doperasyênên xwe li herêmên sehra û gundên wê didomînin. Li ser xeta sînor jî koorîne bi aliyê Iraqê re têne kirin.

Hêzên me di dirêjehiya 70 km û firehiya 80 km de heta sînorê Iraqê gelek gund paqij kirin.

Hêzên Komandos û Hêzên Koalîsyonê girtin ser 6 nuqteyên şaneyên terorîst.

Di operasyonên serdegirtin û paqijkirinê de 14 terorost ku kesên ku gumanên têkikiyên wan bi şaneyê re hene hatin girtin û miqdarek çek hatin desteserkirin.

Tîma leşkerî di dema operasyona paqijkirinê li hemberî şaneyekê ku gule avêt de berxwedaneke raber kir. Hêzên me bi awayekî leşkerî nêzî bû, rewş xist bin kontrolê û kesên gule avêtin girtin. Di vê operasyê me ziyan negihişt hêzên me."

ANHA