​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Adil Cuma Zerîf oxir kir. Her wiha Meclisa Malabatên Şehîdan nasnameya şehîd Ehmed Nasir Cilêxan ê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî aşkera kir.

​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
​​​​​​​Minbicê şehîdekî xwe oxir kir û nasnameya şehîdekî din aşkera kir
9 hezîran, 2020   12:22
MINBIC

Îro bi sedan şêniyên Minbicê li pêş Nexweşxaneya Firatê kom bûn ku cenazeyên şervan Adil Cuma Zerîf ê di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de oxir bikin, her wiha cenaze wergirtin û bi karwaneke girseyî berê xwe da goristana şehîdan a li başûrê bajêr.

Li goristanê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toraneke leşkerî tevî deqeyeke rêzgirtinê pêşkêş kir. Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandarê mecisê Abdurehman Binawî wiha got: "Îro gulek din li paxçeya kulîlkên şehîdan zêde bû."

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed wiha axivî: "Tevahî şervanên ji bo rizgarkirina axa ji destê terorîstan şehîd bûne, ji tevahî dayik, bav û hevjînên şehîdan re ku xwe ji bo rizgarkirina welat ji terorîstan canê xwe dane, cihê wan ê bilind heye, ew jî şehadet e."

Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xilo bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê wiha got: "Li hember şehîdan bejna xwe ditewînin, ji ber wan bi erka xwe li hember welat û ax pêk anî."

Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Kar û Barên Civakî Faroq Maşî wiha da zanîn: "Mohra bajarê Minbicê her tim li dîrokê heye û şehîd di oxira rizgarkirian ji terorîstan de dane."

Maşî destnîşan kir û wiha anî ziman: " Bajarê Minbicê îro gulek nû li baxçeya kulîlkan bi rasthatina ragihandina Hemelya Rizgarkirina Minbicê ji terorîstê, zêde kir. Her wiha îro bi serbilindî dibêjin ku em kelha berxwedanê li hember her êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Minbicê ne."

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Nasir Cilêxan(Hirêtanî) ê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbata Şehîdan Fatime Şêxo wesîqeya her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin, dûvre bi tilîliyên dayikan şehîd spartin axê.

(fr)

ANHA