Di operasyona QSD`ê de 70 çete hatin girtin

Di Pêngava Tunekirina Terorê ya QSD’ê ya bi desteka Koalîsyona Navneteweyî de heta niha zêdetirî 70 çete hatine girtin.

Di operasyona QSD`ê de 70 çete hatin girtin
9 hezîran, 2020   12:15
DÊRAZOR – EHMED MIHEMED

QSD`ê di 4`ê Hezîranê de Pêngava Tunekirina Terorê ragihand. Li gorî fermandarên QSD`ê  zêdetirî 7 hezar şervan tev li pêngavê bûne. Armanca pêngavê ew e ku şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de li herêmên başûrê Hesekê, gundewarên bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê tevgera wan zêde bûye, bigirin.

Li gundewarên bakurê rojhilatê Dêrazorê şervanên QSD`ê û hêzên Koalîsyona Naventeweyî operasyonên berfireh dikin. Her wiha balafirên koalîsyonê ji roja destpêkê ya pêngavê ve li asîmanê herêmê digerin.

Li fermandarên QSD`ê ku tev li pêngavê bûne, tevî germahiya zêde û bahozên tozê li çolistanê, pêngav bi armanca tunekirina şaneyên DAIŞ`ê didome. Der barê bûyerên li çolistanê diqewimin û sedemên tedbîrên ewlehiyê û operasyonên berfireh de fermandarekî QSD`ê ji ANHA`yê re destnîşan kir ku çolistan berfireh e, derfet dide terorîstên DAIŞ`ê ku belav bibin û xwe ji ber çavan winda bikin.

Fermandar diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl didin sûd ji çolistanê wergirin û hêzên wan ên leşkerî û sivîlên herêmê bikin hedef, tevgera wan zêde bûye û tekez kir ku heta niha zêdetirî 70 çete li çolistanê girtine.

Pêngava Tunekirina Terorê di roja 6`emîn de didome. Şervanên QSD`ê heta van kêliyan zêdetirî 70 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, girtin. Ji wan kesên ji Sûrî, Iraq û Lubnanê ne her wiha yek ji endamên rêxitina El-Qaîde ye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B5Oq4SE_LYI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>