‘Dagirker gefa kuştinê li malbata Melek Nebîh dixwin‘

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyand ku çete bi hemû şêwazan hewl didin sûcên  kuli dijî zaroka bi navê Melek Nebîh Xelîl Cuma pêk anîne, veşêrin û gefa kuştinê li malbata wê dixwin.

‘Dagirker gefa kuştinê li malbata Melek Nebîh dixwin‘
9 hezîran, 2020   13:20
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî der barê qetilkirina zaroka bi navê Melek (16) de weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "

"Girêdayî nivîsa der barê qetilkirina zaroka Kurd Melek Nebîh Xelîl Cuma(16) a ji gundê Derwîş ê girêdayî navçeya Şera de.

Di encamê şopandina me ya ji hûrgiliyên mijarê de, me bi hin çavkaniyên ji hundir re têkildarî danî. Çavkaniyan diyar kirin ku çekdarên koma El-Nuxbe ya girêdayî Firqet Sultan Murad a alîgirê dewleta Tirk a dagirker bi perspektîfên yekser ji istîxbara Tirkiyê de hewl didin bi tevahî şêweyan fişarê li malbata Melek bikin, bi taybet bav û dayika wê, da ku li ser bûyerê bipêçin. Çete nahêlin ku malbata Melek têkiliyan bi ti kesî re çêbike û gefan kuştinê lê dixwe.

Bi destpêkirina belavkirina nûçeyê  qetilkirina Melek re,  çekdarên komê agahî da malbatê û birin Efrînê û Nexweşxaneya Avrîn, da ku cenazeyê binasin, di dema dayika wê li cenaze dibîne ku cenazeya keçeke din kuştî dît û nenasî, bi wê re jî tenduristiya wê xirab.

Çavkaniyan diyar kirin  ku rewşa malbata jina ciwan Melek di xeteriyê de ye û derfet nedan ku bi xizmên xwe yên li derve re biaxivin û gefên kuştinê li wan dixwin.

Bi wê re jî agahiya derwandina kuştina Melek li ser zimanê malbat wê diyar dibe, ji ber ku ew derewandin di encama fişar û nixumandina nûçeyê de hat, weke çawa bi serê hezaran malbatên ku rastî lêdan, revandin, kuştin û tecawîzkirinê hatiye.

Em wek Rêxistina Mafên Mirovan bang li hemû rêxistinên mafnas û yên mafên mirovan dikin di serî de rêxistina NY`yê, Komseriya Mafên Mirovan, rêxistina UNICEF, komîteya lêpirsînê ya navnetewî, rêxistinên jinan ên navnetewî  dikin ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin, zextê li dewleta Tirk bikin ji ber herêmên ji Sûriyê dagir kiriye bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di navde Efrîn ku dagirkirina ji xaka Sûriyê re bidawî bike. Hemû girtiyan serbest berde bi taybet jinan. Êrişî malbata  Melek Nebîh Xelîl Cûma neke. Heger êrişî tu malbatên din jî bike. Ev yek berpirsiyariya exlaqî û mirovî ya wan e û ev karê rêxistinên mafên mirovan e. Tirkiyê divê hêzên xwe di zûtirîn dem de ji xaka Sûriyê vekşîne. Hemû sûcdaran radestî dadgeha cînayetên navnetewî bike da ku werin cezakirin."

(fr-bx)

ANHA