‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’

Di bin konê merasîma sersaxiya 3 şehîdan de Hêva Erebo diyar kir ku  şehîdbûna her şervanekî dibe pêngaveke nû ji bo tekoşînê û dibe sozeke nû ji bo tevahiya gelê Kurd û got "Gelê ku êdî rûyê dijminê xwe yê rastî nas kiribe, ew tu carî qir nabe.”

‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
‘Gelê ku rûyê rastî yê dijminê xwe nas kiribe, tu carî qir nabe’
9 hezîran, 2020   11:50
QAMIŞLO

Bi sedan şênî û endamên saziyên herêma Cizîrê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star herikîn bin konê sersaxiyê yê 3 şehîdên ku di encamê êrişên dewleta Tirk ên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, da ku sersaxiyê ji malbatên wan re bixwazin.

Konê merasîmê li Navenda Ciwanên Şoreşger a Amûdê (Şehîd Mûrad) a li navçeya Amûdê hate vedan. Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Qasim Engîn ku di encama êrişa hewayî de di 27`ê Gulanê de li herêma Biradost a Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û wêneyên her sê şehîdan  hatibûn xemilandin.

Navên şehîdan wiha ne; Besna Elî (Buharîn Rojava), Sîpan Ehmed (Sîpan Gabar) û Alçî Sîlîvî (Tolhildan Roj) .

Di bin kon de endama Koordînasyona Kongreya Star Hêva Erebo axivî, di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên her çar şehîdan û hevrêyên wan re xwest û got: "Windakirina hevalên me êşeke giran e wekî ku beşekî ji laşê me ye, lê em dîsa dibêjin şehîdbûna her hevalekî dibe pêngaveke nû ji bo têkoşîna me, dibe sozeke nû ji bo tevahiya gelê me ku em vê berxwedanê dewam bikin."

Hêva got: "Miletekî ku vîna wî hebe, miletekî ku di zanebûna dîroka xwe de be, miletekî ku êdî rûyê dijminê xwe yê rastî nas kiribe, ew tu carî qir nabe."

Hêva wiha axaftina xwe wiha dewam kir: "Em careke din soza xwe didin ku em xwîna hevalên xwe tu carî li erdê nahêlin, ji bo serxistina vê dozê tu tiştekî ku li pêşiya me bibe asteng, tune ye."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin, paşê bi sloganên "Şehîd namirin" radestî malbatên şehîdan kirin.و n xwe tu carî li erdê nahêlin erdê nahêlin xî ji malbatên her 4 şehîdan re xwest û got parastina

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y-O9RV8-f_E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>