Partiya Kesk sersaxî ji PKK`ê re xwest

Partiya Kesk a Kurdistanê ji bo şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Qasim Engîn ji PKK’ê re sersaxî xwest. Partiya Kesk di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ew ê ji bo pêkanîna armancên gelê Kurd destekê bidin PKK`ê.

Partiya Kesk sersaxî ji PKK`ê re xwest
9 hezîran, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Komîteya Rêveber a PKK`ê ragihand ku endamê Komîteya Navendî Qasim Engîn di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de, di 27`ê Gulanê de şehîd bûye.

Di peyama sersaxiyê ya Partiya Kesk de wiha hat gotin:

"Hevrêyên têkoşer ên di PKK`ê de û gelê me yê berxwedêr, her care rejîma Tirk bi hedefgirtina kesayetên têkoşer di nava gelê me de û yên ku mafên wan ên rewa diparêzin, faşîzma xwe îsbat dike. Rejîma Tirkiyê bikaranîna terorê li beramberî azadîxwaz û têkoşerên gelê me, didomîne. Têkoşerên welatparêz her carê dikuje, parlamenteran digire û dest datîne ser şaredariyan.

Em wek Partiya Kesk a Kurdistanê kuştina kesayeta welatparêz Qasim Engîn ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar dikin. Em sersaxiyê ji we û ji xwe re dixwazin. Di heman demê de em piştrast dikin ku em ê ji bo pêkanîna armancên gelê ma destekê bidin têkoşîna we li Kurdistanê.

Em soz didin şehîd û gelê xwe yê berxwedêr ku em ê her tim şopdarên rêya berxwedanê bin heta ku serkeftinê bi dest bixin."

(bx)

ANHA