Dema bidawîkirina taxa pîşeyî ya Kobanê heta 6 mehan hate dirêjkirin

Şaredariya Gel a Kobanê dema bidawîkirina taxa pîşeyî heta şeş mehên din dirêj kir.

Dema bidawîkirina taxa pîşeyî ya Kobanê heta 6 mehan hate dirêjkirin
Dema bidawîkirina taxa pîşeyî ya Kobanê heta 6 mehan hate dirêjkirin
Dema bidawîkirina taxa pîşeyî ya Kobanê heta 6 mehan hate dirêjkirin
9 hezîran, 2020   08:00
KOBANÊ-UMER MIHEMED

Şaredariya Gel a Kobanê di Tîrmeha 2018`an de dest bi projeya taxa pîşeyî kir û ji bo bidawîkirina wê 2 sal diyar kirin.

Şaredariya Gel bi hevkariya Gerînendetiya Pîşesaziyê  dest bi avakirina herêma pîşeyî kiribû da ku pirsgirêka qerebalixê di nav bajêr de çareser bike.

Ji ber ku proje di dema wê ya diyar de temam nebûye, şaredariyê 6 mehên din dirêj kir.

Endamê Gerînendetiya Pîşesaziyê Mihemed Ebdo got gelek sedeman hişt ku proje di dema xwe de bi dawî nebe. Li gorî Ebdo êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî zêde bandor li xebatên projeyê kir.

Ebdo wiha got: “Aloziya aborî bandor li xwediyên dikanan kir ku qistan bidin. Ketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar, ji ber wê xwediyên dikanan zehmetê dikişînin ku qistan bi dolar bidin. Ji ber wê proje dereng ma.”

Ebdo diyar kir ku sedemeke din hişt ku proje di dema xwe de bi dawî nebe, ew jî pandemiya Koronavîrusê ye ku qedexeya derketina derve ji ber wê hate ferzkirin.

Proje li ser rûbera 20 hektar li başûrê bajarê Kobanê tê avakirin. Taxa pîşeyî ji hezar û 50 dikan û depoyan pêk tê.

Werşeyan derdora 600 dikan bi dawî kirin û hewl didin ên din jî bi dawî bikin. Lê guman hene ku şaredarî nekare projeyê di şeş mehên bê de bi dawî bike, bi taybet li gel ku gelek xebat hîna pêk nehatine.

(şx)

ANHA

<iframe width="672" height="320" src="https://www.youtube.com/embed/_Fr2_IfwrVA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>