Li Dêrazorê 12 endamên hêzên Îranê hatin kuştin

Di encama bombebarana hewayî ya li ser navendeke hêzên Îranê ya li Dêrazorê de 12 endamên hêzên Îranê hatin kuştin.

Li Dêrazorê 12 endamên hêzên Îranê hatin kuştin
7 hezîran, 2020   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şevê din di saetên derengiya şevê de balafirên nenas navendên hêzên Îranê yên li baregeha Mezîliyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê bombebaran kir.

Di encama wê de 12 endamên hêzên Îranê yên ji Iraq û Efxanistanê hatin kuştin, her wiha alav û cebilxane hatin teqandin.

Koma El-Fatimiyîn di 3`yê Hezîranê de sewqiyatên leşkerî ber bi bajarê Meyadîn ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ve şandin. Sewqiyat ji 30 alavên leşkerî, leşker, pêwîstiyên leşkerî û lojîstîk pêk dihat. Ew sewqiyat ji bajarê El-Hirî yê li ser sînorê Iraqê hatibûn.

(bx)