Pêşbirka Şehîd Viyan Amara hate ragihandin

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi koordînasyona Desteya Perwerdeyê, Pêşbirka Şehîd Viyan Amara ya Wêjeyê ragihand.

Pêşbirka Şehîd Viyan Amara hate ragihandin
7 hezîran, 2020   06:25
KOBANÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi koordînasyona Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê pêşbirka kurteçîrok, helbest û gotaran ragihand.

Deste û yekitiyê ji duh ve dest bi wergirtina berhemên wêjeyî kiriye. Wergirtina berheman dê heta 7`ê Tîrmehê dewam bike.

Şertên Pêşbirka Şehîd Viyan Amara wiha ne:

- Divê berhem bi zimanên kurdî û erebî bin, divê berhem kurteçîrok, helbest an jî gotar bin.

- Divê beriya niha berhem nehatibin weşandin.

- Divê tenê bi berhemeke wêjeyî tev li pêşbirkê bibin û agahiyên takekesî ji nimreya telefonê ku deste û yekitiyê diyar kiriye, bê şandin.

- Divê kurteçîrok ne zêdetirî 3 rûpelan bin û berhema wêjeyî li ser (Word) bi puntoya 14`an hatibe nivîsandin.

- Divê berhemên wêjeyî ne ji aliyekî din hatibin girtin, berhemên wêjeyî yên tev li pêşbirkê bibin li xwediyên wan venagerin û berhemên wêjeyî ji hejmarê re têne şandin.

27`ê Tîrmehê û piştî ku li hemû encam werin kontrolkirin, dê encam û kesên serkeftî bi şahiyekê werin ragihandin.

(bx)

ANHA