Şêniyên Qamişloyê: Derengmayîna avakirina yekitiyê dê zirareke mezin bide me

Şêniyên bajarê Qamişloyê nerazîbûna xwe li ser derengmayîna avakirina yekitiya kurdî nîşan da û got “Avanekirina yekitiya kurdî wê zirarê li Kurdan bike. Wê komployên li ser Kurdan zêde bike. Dijmin ji ber ku em Kurd in, êrişî me dike. Tu ferq û cudahî di nava me de nabîne, divê em jî li hember van kiryarên dijmin yekitiya xwe ava bikin."

Şêniyên Qamişloyê: Derengmayîna avakirina yekitiyê dê zirareke mezin bide me
7 hezîran, 2020   07:23
QAMIŞLO

Her ku avakirina yekrêziya kurdî dereng dimîne, zirar digihêje Kurdan. Ji bo vê demildest pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye. Şêniyên bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî banga avakirina yekitiya Kurdan kir.

Mihemed Elî Izet got: “Em dixwazin yekitiya kurdî çêbe, çi qasî zû çêbe pişta me dê ew qas bihêz be. Eger yekitî çêbe tu dewlet nikarin destwerdanê di kar û barên me de bikin û me ji hev belav bikin. Dema ku yekitiyek ava bibe, wê mafê me, zimanê me, karê me, hêza me bibe yek. Tu kes nikare bi me. Em dixwazin yekitiya kurdî zû ava bibe da ku em hebûna xwe hîs bikin, em dixwazin li ber xwe bidin û bi hev re rast bin."

Li ser pêknehatina yekitiya kurdî Izet wiha da zanîn: "Ger yekitî çênebe tiştek çareser nabe, yanî wê zirareke mezin bigihêje me. Çi qasî zû ava bibe ew qasî em ê zû bi pêş bikevin."

‘YEKITIYA ME RAZA HÊZA ME YE’

Şêniya bi navê Hesîna Elî der barê pêwîstiya avakirina yekitiya kurdî de wiha got: "Dema ku Kurd bibin yek, tu hêz nikare me têk bibe. Yekitiya me raza hêza me ye, divê ji beriya sedsalan ve yekitiya Kurdan çêbûya.”

Li ser derngmayîna avakirina yekitiya kurdî Hesîna got: "Çi qasî yekitiya kurdî zû were avakirin, em ê bibin xwedî hêz. Wê ev komployên ku li ser me tên çêkirin, hemû têk biçin. Em ê bi ser bikevin, em ê bigihêjin mafên xwe. Em jî wekî tevahî cîhanê, wekî tevahî mirovahiyê bibin xwedî welat, hemû destkeftiyên Kurdan ji wan re bimînin."

Hesîna li ser bandora avanekirina yekitiya kurdî jî wiha got: "Em ê bê hêz bin, em ê lawaz bin, di yekitiyê de tim û tim hêz heye. Wê dijminên me tu carî nema bikarin nêzî me bibin. Dijmin li ser esasê ku em Kurd in êrişî me dike tu ferq û cudahî di nava me de nabîne. Divê em jî li hemberî van kiryaran yekitiya xwe ava bikin.”

‘PÊWÎSTIYA ME BI KONGREYA NAVNETEWEYÎ HEYE’

Şemsîxan Gulo di destpêka axaftina xwe de banga hişyariyê kir û got: “Banga me ji bo gelê Kurd; bi tevahî hişyar bin. Di vê qonaxê de yekbûna gelê Kurd pêwîst e. Dijmin di vê qonaxê de dixwaze me belav bike. Dijmin dixwaze Kurdan bi hev tune bike. Bi vê yekê wê zirar bigihêje Kurdan. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê Kurd di vê qonaxa dawîn de xwe bike yek."

Şemsîxan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çi bibe bila bibe, divê Kurd dest bidine hev, divê em di vê qonaxê de biryara xwe bidin. Pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Pêwîstiya me bi kongreyeke navneteweyî heye ku vî gelî biparêze.”

Şemsîxan bal kişand ser soza ku bi şehîdan re hatiye dayîn û got: "Em yekitiyekê dixwazin, em dest bidine hev bi çi rengî be jî divê em vê xêzê biparêzin û destkeftiyên xwe jî biparêzin, ji ber ku em bi hemû pêkhateyan re dijîn, ji ber vê jî em dixwazin gelê xwe jî biparêzin. Bila em yeko yeko nekevin nava destê dijmin, divê em destê xwe bidine hev û hetanî dawiyê jî em ê têkoşîn û berxwedanê bikin, soza me ji şehîdan re ev e."

Şemsîxan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derengmayîna avakirina yekitiya kurdî wê zirarê li me bike. Ji ber daxwaza avanekirina yekrêziya kurdî, dijmin me dûrî hev dixin, me dixin ambargoyê, ji ber vê yekê hemû rengê xwe yê xerab dixe nav me. Ji bo refa kurdî nebe yek, ji ber vê yekê jî gerek gelê Kurd bibe yek û biryara xwe bide. Bila li hêviya tu kesî nemîne ku jê re yekitiyekê ava bike. Dem ji destê me diçe. Bila biryarên dijmin li ser me neyên pêkanîn."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J55LESbX2v4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>