Jinên ji Efrîn, Heleb û Şehbayê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê li dijî jinan, jinên ji herêma Efrînê û bajarê Helebê daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji Tirkiyê bixwazin.

Jinên ji Efrîn, Heleb û Şehbayê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
1 hezîran, 2020   12:35
ŞEHBA-HELEB

Bi dehan jinên kantona Şehbayê û jinên xebatkar ên li saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan kom bûn. Jinan wêneyên jinên girtî yên di girtîgehên dewleta Tirk de li Efrînê, hilgirtin û têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî du salan ji dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarê Efrînê re êdî rêzebinpêkirinên li dijî şêniyan dest pê kir, ji qetilkirinê bigire, revandin, talankirina mal û milkên efrîniyan, qirkirin, guhartina demografiyê û heta bi revandinê pêk tîne. Heta niha kota Kurdên li Efrînê ji sedî 18 ne zêdtir e û ji destpêka 2011`an ve li Sûriyê ev mezintirîn guhartina demografiyê ye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê herî zêde jinan dike armanc, ji ber vê yekê li gel binpêkirinên me li jor bi bîr xistin, diyardeyên xwekujiyê, bi darê zorê zewicandin û revandina jinan jî pêk tînin. i vê der barê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku di serdema glopalîzmê de 61 haletên revandinê û 3 haletên xwekujî hatine tomarkirin.

Bi navê jinên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê em kiryar û sûcên li dijî jinên herêmên dewleta Tirk dagir kirine, nexasim li Efrînê şermezar dikin û li gorî qanûnên navneteweyî dewleta Tirkiyê berpirsa kiryarên xwe ye, ji ber dewleteke dagirker e.

HELEB

/kr/uploads/files/2020/06/01/123646_110036_jinin-efrini-e280ab28129e280ac.webp

Nivîsgeha Jinan a Helebê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî hemû herêmên dagirkirî  bisekinînin.

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Nûnerên gelek partiyan, endamên Kongreya Star û endamên Mala Êzidiyan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Endama Nivîsgeha Jinan Neclaa Hemza daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di dirêjahiya meh û salên dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, li dijî sivîlan bi hezaran binpêkirin pêk hatine, ji qetilkirinê bigire heta bi revandin, binçavkirin û talankirina malên sivîlan.

Lewma em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û komkujiyên dewleta Tirk bisekinînin û dawiyê li bêdengiyê bînin."

(eh)

ANHA