Jinên ji Reqa û Tebqayê dest bi hemleyeke perwerdeyê kir

Mala Jinan a Reqayê û ya Tebqayê bi armanca têkoşîna li dijî zewicandina di temenê biçûk de, destdirêjî, qetilkirina zarok û jinan dest bi hemleyeke perwerdeyê kir. 

Jinên ji Reqa û Tebqayê dest bi hemleyeke perwerdeyê kir
1 hezîran, 2020   12:12
REQA

Mala Jinan a Reqayê û ya Tebqayê bi hevkariya Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Damokratîk a Reqa û Tebqayê, Meclisa Jinên Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Bi exlaqê xwe em bi pêş dikevin û gendeliyê têk dibin" dest bi hemleya perwerdekirinê kir. 

Îro endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Emîna Mihmed bi daxuyaniyekê hemle ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bajarên Reqa û Tebqa wekî herêmên Sûriyê yên din zehmetiya rêjeya berdana jin û mêran, zewicandina di temenê biçûk de, pirbûna jinan û destdirêjiya li dijî jinan dikişînin, lê dîsa aliyê herî zêde azara van diyardeyan dikişîne, jin in.”

Di daxuyaniyê de plan û çalakiyên hemleyê hatin destnîşankirin û bi slogana "Bi exlaqê xwe em bi pêş dikevin û gendeliyê têk bibin" belavok belav kirin, her wiha dê li bajar û gundewarên wê panelan li dar bixin, dê şano werin pêşkêşkirin, belgefîlmên têkilarî naveroka hemleyê li gund, bajar û qadên giştî werin pêşkêşkirin û pankart werin daliqandin."

(eh) 

ANHA