Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser embarên genim dişopîne

Endamên Meclisa Rêveber û Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê, embarên genim li kantona Qamişlo dişopîne.

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser embarên genim dişopîne
Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser embarên genim dişopîne
Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser embarên genim dişopîne
1 hezîran, 2020   12:23
QAMIŞLO

Şandeya ku ji cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Elî El-Keût û hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Semir Hisên û Ilas Ebo û cîgirên wan pêk tê, serdana embarên genim li taxa El-Enteriyê ya bajarê Qamişloyê kir û rewşa embarê ji nêz ve şopand.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê Mehmûd Mihemed diyar kir ku armanc ji vê serdanê piştrastkirina amadekariyên embaran e.

Mehmûd piştrast kir ku Desteya Aboriyê yekem beşa genim li navendên Kebka û Amûdê wergirt.