20 rêxistinan ji bo Efrînê nameyek ji NY‘yê re şandin

20 rêxistinên ragihandin, sivîl û hiqûqî yên Sûriyê ji bo rawestandina sûcên li Efrînê têne kirine banga lezgîn li NY‘yê kirin.

20 rêxistinan ji bo Efrînê nameyek ji NY‘yê re şandin
29 gulan, 2020   19:51
NAVEDNA NÛÇEYAN

20 rêxistinên ragihandin, sivîl û hiqûqî yên Sûriyê ku nameyek  ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Komsera Bilind a Mafên Mirovan Michelle Bachelet û, Serokê Komîsyona Lêpirsînê taybet ji bo Sûriye Paulo Pinheiro re şandin, bang kirin ku bi lez mudaxle bikin û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî niştecihên Efrînê rawestînin.

Di nameyê de hate gotin ku sûc û binpêkirnên li dijî sivîlên li herêma Efrînê gihaşt lûtkeyê, bêyî ku rêzê ji şarîetên esîmanî re were girtin.

Her wiha hate diyarkirin ku komên çekdar ên Sûrî yên ku îstîxbarata Tirkiyê wan bi kar tînîn hemû binpêkirin û kiryarên bê exlaqî li dijî niştecihên Efrînê yên kurdên Sûriyê, zilam, jin, îxtiyar û zarok pêk tînin da ku wan neçar bikin ku warê xwe terik bikin, di encamê de pêlanên xwe yên guhertina demografî li herêmê temam bikin û nasname û xususiyeta Kurdî ji holê rakin.

Di nameyê de bal hate kişandin ku ser sûcên li dijî jinên Kurd û wiha hate domandin: "Duh, piştî ku xelkên Xûtayê û komên girêdayî Ehrar El-Şam girtin ser girtîgehên çeteyên Furqet El-Hemzat, eşkere bû ku hejmreke jinên ku bêyî sûc beriya demek dirêj hatibûn revandin di wan girtîgeh û jêrzemînan de ne. Rewşa ku jin tê de gelekî kirêtîk e û ti şerîet, an qanûn û urf û nirxên civakî qebûl nake."

Rêxistinan bi nameyê de bang kir: "

-Divê komîteyek lêpirsîn û şopandina rastiyan were avakirin da ku sûc û binpêkirinên ku li Efrînê û herêmên din ên ku Tirkriyê dagirkirine belge bike û radestî aliyên navnetewî yê têkildar bike ji bo ku sînorekî ji sûcan re deyne û hesab ji sûcdaran re bixwaze.

-Divê zext hîn bêtir li Tirkiyê were kirin da ku erk û berpirsyartiyên xwe wekî dewleteke dagirker di mîsogerkirina ewlehî û parastina sivîlan de bi cih bîne.

-Divê bag li Tirkiyê were kirin da ku hebûna xwe ya leşkerî ya ne rewa li herêmên Sûriyê bi dawî bike û çeteyên xwe jê vekişîne, her wiha divê bang li Konseya Ewlehiyê were kirin ku wan herêman bixe bin parastina navnetewî ta çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were dîtin.

Rêxistinên ku nema îmze kirine ev in:

1-Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)

2- Desteya Qanûnî ya Kurdî

3-Komeleya Parastina Gelên Bindest –Şaxê Almanya

4-Rêxistina Kurd a Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD)

5-Komîteya Navendî ya Mafên Mirovan (Raweng)

6-Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

7-Rêxistina Mehabad a Mafên Mirovan (MOHR)

8-Komeleya Mafên Mirova a Awisturya

9-Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF)

10-Navenda Lêkolînên Qanûnî

11-Saziya Êzidiyan a Ragihandin û Hiqûq.

12-Navenda Sûriyê ya Parastina Mafên Mirovan

13-Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF)

14- Rêxistina Mafên Mirovan –Efrîn

15-Tora Nûçeyan a Efrîn Post

16-Navenda Efrîn a Ragihandinê

17-Însyatîfa Parastina Hiqûq-Sûriyê

18-Rêxisitna Mafên Mirovan a Cizîrê

19-Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê

20-Komeleya Hêvî Kurd-Belçîka

ANHA