Trump têkiliyên welatê xwe bi WHO‘yê re bi dawî kir û gefa cezayan li Çînê xwar

Serokê DYA‘yê ragihand ku welatê wî alîkariya xwe ya bi WHO‘yê rawestîne û têkiliyên xwe pê re bi dawî bike.

Trump têkiliyên welatê xwe bi WHO‘yê re bi dawî kir û gefa cezayan li Çînê xwar
29 gulan, 2020   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Çînê tewanbar kir ku zextê li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dike û cîhanê derbarê Koronavîrusê dixapîne, ku di encemê de ziyanek mezin a mirovî û aborî li tevahî cîhanê kir.

Trump her wiha got: "Çînê mafên milkiyeta fikirî û lihevkirinên bazirganî binpê kir."  Her wiha ew bi sîxurî û diziya keşfên Amerîkayê tewanbar kir.

Serokê Amerîkayê anî ziman ku rêveberiya wî dê cezayan li ser rayedarên Çînê yên ku têkiliyên wan bi Hong Kong re hene bibire, ji ber qanûna "Ewlehiya netewî" ya derbarê Hong Kongê ku parlamantoya Çînê roja pêncşemê pejirandiye.

Turmp ragihand ku welatê wê ji ber destwerdanên Çînê dê têkiliya taybet a bi Hong Kong re rawestîne.