Ciwanek di çemê Firatê de xeniqî

Ciwanekî dema ku bi erebeya xwe li ser pira Qereqoqê derbas dibû di çemê Firatê de werbû û xeniqî.

Ciwanek di çemê Firatê de xeniqî
29 gulan, 2020   19:31
KOBANÊ

Çavkaniyekî ji Kobanê diyar kir ku ciwanê bi navê Mehmûd (35) vê êvarê bi erebeya xwe ji pira Qozaqê ket di çemê Firatê de wer bû û jiyana xwe ji dest da.

Tîmên Awarte û Hêzên Asayîşê cenze û ereb ji çem derxistin.

ANHA