Li Misirê heta niha 879 kes  ji ber Covid-19 mirine

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand ku ta niha li Misirê 22 hezar û 82 kes bi şewba Koronayê ketine, di nav de 5 hezar û 511 kes baş bûne û 879 kes jî mirine.

Li Misirê heta niha 879 kes  ji ber Covid-19 mirine
29 gulan, 2020   18:50
QAHÎRE

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Kar û Barên Ragihandinê û berdevkê wezaretê Dr. Xalid Mucahid got, hejmara testê Covid-19  ku ji pozîtîv veguherîne negative bû 6 hezar û 237, di nav de 5 hezar û 5511 kes baş bûne.

Mucahid diyar kir ku hezar û 289 kesên din bi vîrusê ketine û 34 jî mirine û got kesên pê ketine di nexweşxane û karantînayê de li gorî perspektîfên WHO‘yê tedawî dibin.

Li gorî Mucahid, heta niha li Misorê 22 hezar û 82 kes bi şewba Koronayê ketine, di nav de 5 hezar û 511 kes baş bûne û ji nexweşxane û karantînayê hatin derxistin û 879 kes mirine.