​​​​​​​Li Tirkiyê 28 kesên din ji ber koronayê mirin

Hate ragihandin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 28 kesên din jî ji ber vîrusa Koronayê mirin.

​​​​​​​Li Tirkiyê 28 kesên din ji ber koronayê mirin
29 gulan, 2020   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên Koronavîrusê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 141 kesên din jî bi şewbê ketine û 28 kesên din jî mirin.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 162 hezar û 120 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 489.