Li Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de şer

Hêzên hikumetê herêmên li bejahiyên başûrê Idlibê ku çeteyên dewleta Tirk dagir kirine, hedef girtin û di encamê de ji her du aliyan windahî çêbûn.

Li Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de şer
29 gulan, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şeva berê hêzên hikumetê êrişî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora Fitêra ya li bejahiya başûrê Idlibê kir.

SOHR’ê da zanîn ku li gel şerê di navbera her du aliyan de topbaranên dualî jî hebûn, di encamê de kuştî û birîndarên wan hene.

Dema agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê di 5’ê Adara îsal de ragihandiye û ketiye roja xwe ya 85’an ev şer pêk hat.

(fr)