Şêwirmendekî leşkerî yê brîtanî: DAIŞ Koronavîrusê keysbaz dike

Şêwirmendekî leşkerî yê Brîtanyayê got DAIŞ pandemiya Koronavîrusê ji bo komkirina hêzên xwe keysbaz dike, her wiha têkildarî gurbûna aloziya li herêma Kendavê hişyarî da.

Şêwirmendekî leşkerî yê brîtanî: DAIŞ Koronavîrusê keysbaz dike
29 gulan, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê brîtanî yê Rojhilata Navîn John Lorimer der barê gurbûna şer li herêma Kendavê hişyarî da û got şer mezintirîn gef e, lewma divê hemû alî baldar bin û pabendî ewlehiyê bin.

John Lorimer ji rojnameya The National a Îmaratê têkildarî şerê herêmî nêrîna xwe anî ziman ku tevî gefa Koronavîrusê jî şerê li Yemenê berdewam e û DAIŞ krîzê ji bo ji nû ve hêzên xwe ava bike, keysbaz dike.

Lorimer parve kir ku heke li Kendavê rewş aloztir bibe, dê encamên wê kambax bin, lewma divê rêz ji rola NY`yê re were dayîn û nakokiyên li Yemenê û deverên din werin çareserkirin. Brîtanya ji bo xurtkirina proseya aştiyê bi NY`yê re di nava dan û standinan de bû.

Di navbera Washington û Tehranê de der bare berjewendiyên Îranê yên nukleerê û hewldanên bandora li ser bûyerên Iraqê nakokî di van demên dawîn de zêde bûn.

 (eh)