Li Iraqê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Çapemeniya Ewlehiyê ya Iraqê îro ragihand ku di operasyoneke li başûrê Beqûbayê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 3 bingehên wan rûxandin.

Li Iraqê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
29 gulan, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora SomeriyeNews, şaneyê daxuyand ku hêzeke ji Foca 4’emîn a Lîwa 19’an 2 çeteyên DAIŞ’ê di kemînekê de kuştin.

Têkildarî heman mijarê şaneyê diyar kir ku hêzê di çalakiyeke ewlehiyê ya serkeftî de ku li herêma Cemîl a başûrê navçeya Behrez a bajarê Beqûba yê li parêzgeha Diyalayê de, 3 bingehên DAIŞ’ê rûxandin.

Di 27’ê vê mehê de şaneyê daxuyandibû ku komeke terorî ya çeteyên DAIŞ’ê gule avêtibûn pasdarên girêdayî Firqeya 17’an li gundê Hebeş ê li herêma Sedir Yûsifiyê ya li başûrê Bexdayê. Şaneyê dabû zanîn ku di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

(fr)