​​​​​​​Rêveberiya Xweser dema vekirina navendên wergirtina hilberînan diyar kir

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser dema vekirina depoyan ji bo wergirtina hilberînan eşkere kir. Her wiha girîngtirîn girtekên ku Rêveberiya Xweser girêdayî prosesa teswîqkirinê diyar kirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser dema vekirina navendên wergirtina hilberînan diyar kir
7 gulan, 2020   04:15
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser Selman Barodu ji ANHA’yê re qala amadekariyên desteyê ji bo mewsima çinînê ya îsal, dema vekirina depoyan ji bo wergirtina hilberînan û girtekên ku desteyê di vî warî de girtine, kir.

Têkildarî amadekariyên desteyê Barudo got: "Me xebatkarên fenî ji bo wergirtina hilberînê ji cotkaran li tevahiya navendan amade kirin. Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 navend hene."

Barudo bal kişand ser prosesa wergirtinê û wiha axivî: “Dê wergirtina bi rêbaza `Dikme`(tijîkirina hilberînê yekser di kamyonan de) bê kirin. Tenê li sê navendên Dêrazorê wê wergirtin bi rêbaza `Miçewel` be yanî hilberînê di çiwalan de bigirin. Ev şertê herî giring ê ji cotkaran re ye.”

Ji bo depoyên yedek û girtekên ji bo derbaskirina şewatan li herêmê hatine girtin, Barudo got: "Hejmara erebeyên agirvemirandinê li tevahiya rêveberiyan hatin zêdekirin. Me komîteyên awarte ji bo şopandina şewatan, ava kirin. Me ji komîteyan xwest ku hejmara telefonên xwe û perspektîfên çandiniyê li ser cotkaran belav bikin da ku bi lez agahî bidin wan ger şewatek rû bide. Me li xwediyên patozan ferz kir ku di her patozekê de amûrek agirvemirandinê bi pîvan 12 km hebe, tevî xezanek av."

Barudo girtekên ku desteyê beriya du mehan pê rabûne bi bîrxistin û got: “Jê ya giring reşandina derman liser aliyên rêyan ji bo pêşîlêgirtina pêkhatina şewatên di encama çekirina duvikên caxireyan.”

Di dawiyê de hevserokê Desteya Aborî  û Çandiniyê Selman Barudo destnîşan kir ku tevahiya navendên wergirtina hilberînan dê ji 27`ê vê mehê ve werin vekirin. Tenê navendên herêma Cizîrê dê di 1`ê Hezîranê de werin vekirin.

Deste texmîn dike ku dê hilberîna îsal a genim zêdetirî 850 hezar ton be.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku piştî pileya genim di ber çavan re hat derbaskirin, dê bihayê wê bi 225 lîreyên Sûriyê were girtin.

(şx)

ANHA