Mîtanî: Divê Kurd sûdê ji dîroka xwe bigirin

Rewşenbîr Biradost Mîtanî got: “Dîroka gelê Kurd tijî tecrûbe ne. Divê mirov sûd jê bigirin da ku çarenûsa xwe di vê demê de diyar bikin. Heman şêwêyî jî peyama Rêber Ocalan banga yekîtiyê dike.”

Mîtanî: Divê Kurd sûdê ji dîroka xwe bigirin
7 gulan, 2020   04:20
QAMIŞLO- KELSÛMA ELÎ

Dîroknas û hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran ê herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê Biradost Mîtanî, girêdayî navaroka peyama Rêber Abdullah Ocalan a dawî û pêwîstiya yekîtiya Kurd ji bo pêkanîna armancên gelê Kurd ji ANHA’yê re axivî.

DÎROKA GELÊ KURD TIJÎ TECRÛBE NE

Biradost Mîtanî qala rêze mînakên dîroka Kurd a kevin û nû kir û got: “Dîroka Kurdan tijî tecrûbeyên giringiya yekîtiya Kurd in. Di dema Cûdiyan de tevahiya qebîleyên Kurd bûn yek û di cenga Omanmenda de li dijî Akadiyan bi ser ketin. Ev ceng bû sembola yekîtiya gelên Cûdî. Her wiha mîtaniyan (Hûrî) beriya hezar û 500 sal beriya zayînê bi rêya yekîtiyê, avakirina hêzek leşkerî xurt karî dewletek mezin ava bikin. Her wiha gelek gelên din rizgar kirin û li hember fîrewnan bi ser ketin. Fermandarên mîtanî û endamên malbata hikumdar li ser desthilatê di serdema kral Matîwaza de li hev nekirin. Ji ber wê dewleta Mîtanî hilweşî."

Mîtanî di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Di serdema dewleta Medya de Kral Diyako 7 qebîleyên Mîdiyan kirin yek û dewletek bi hêz û fireh ava kir û asûrî qewirandin. Her wiha peyman bi dewletên herêmê re mohr kirin. Lê di serdema Hastiyak de 528 beriya zayînê nakokiyek di navbera Astiyak û Harbakos fermandarê leşkerî yê dewleta Medya de çêbû. Ew jî bû sedem ku Fars împaratoriyê hilweşînin.”

Her wiha Mîtanî rêze mînakên dîrokî yên din bibîr xist û wiha axivî: “Bûyerên ku di serdema Idrîs El-Bitlîsî de rû dane. El-Bitlîsî 21 qebîle û êlên Kurd kirin yek. Lê ji ber ku wan qebîleyan berjewendiyên xwe dan pêş û xizmeta Osmaniyan kirin ew jî biser neketin. Her wiha di serdema Bedirxaniyan de mîr Bedirxan mîrnişînek xurt bi rêya avakirina yekîtiya di navbera êlên Kurd de ava kir. Lê Yazdan Şêr ji malbata hikumdar, li dijî mîr Bedirxan derket û bi alîkariya Osmaniyan mîrnişîna Bedirxaniyan tune kir. Piştre Osmanî li dijî Yazdan Şêr derketin û bi vî awayî mîrnişîn bi temamî tune bû."

‘TIRKIYE HEWL DIDE DÎROKÊ DUBARE BIKE Û KURDAN BI KURDAN BIDE TUNEKIRIN’

Biradost Mîtanî di berdewama gotinên xwe de qala bûyerên dawîn ên li başûrê Kurdistanê û hewldanên pergala Tirkiyê ya ji bo çêkirina şerekî Kurd-Kurd kir û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê gel di dîrokek nêz de ji şerek navxweyî di navbera aliyên Kurd de azar kişand. Li beramberî wê gelê Kurd piştî salên notî  90’î, piştî avakirina yekîtiyê karî hêzek taybet bi xwe ava bike. Parlamanto û hikumeta federal ava kirin û gelek destkeftî bidest xistin."

Mîtanî wiha domand: "Di salên di navbera 1992`yan û 1996`an de ji ber nakokiyan şerek navxweyî rû da. Gelê Kurd berdêla wê da. Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi tevahiya rêbazan tevgera gelê Kurd û destkeftiyên wî tune bike."

Mîtanî îşaret bi reftariyên Tirkiyê li dijî referandoma serxwebûnê ya Başûr û hevalbendiya wê bi Îranê û Iraqê re kir û wiha pêde çû: “Tirkiyê nehişt referandom biser keve. Her wiha gelê Kurd gelek herêm mîna Kerkûk û Şengalê winda kirin. Pergala Tirkiyê hîna şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike û hewl dide Kurdan bi Kurdan tune bike û destkeftiyên wan tune bike. Îro gelê Kurd ji bûyerên li Zînî Wertê ditirse. Tirkiye hewl dide şerek navxweyî biafrîne. Divê gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd û rewşenbîr ji vê rewşê hişyar bin."

‘PEYAMA RÊBER ABDULLAH OCALAN BANGA YEKÎTIYÊ YE’

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û peyamek ji gelê Kurd re şand. Mîtanî di derbarê peyama Rêberr Ocalan de wiha got: “Me dît ku Rêber Ocalan vê mijarê bi eleqedariyek mezin dişopîne. Gelek peyam şand, bi taybet jî peyama dawî.

Birêz Ocalan di peyama xwe de got: “Axa Kurdistanê ne ya partiyekê yan jî êlekê ye. Axa Kurdistanê ya hemû gelê Kurd e. Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina refan, çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê kir. Ji ber ku her şerek navxweyî di navbera Kurdan de xizmeta dijmin dike. Ocalan bendên lihevkirina ku bi nemir Idrîs Barazanî re sala 1982`yan hatibûn mohrkirin destnîşan kir. Ev lihevkirin şerê navxweyî di navbera Kurdan de heram dike. "

Mîtanî got: "Peyamên Rêber Abdullah Ocalan wek lêvegerekî tên hesibandin. Divê em lê vegerin, bi taybet ji bo rewşa Rojava. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawîn de dibêje divê em qebûl nekin ku dikanek me biçûk hebe. Divê ya me bi tenê be. Ji wê zêdetir dixwaze ew dikan mezin be  û ya tevahiya gelan û hêzan be. Her wiha Rêber Ocalan banga xurtkirina rêgeza netewa demokratîk kir. Perspektîvên Ocalan wek rêgezanin û divê mirov pêk bîne.”

Mîtanî behsa hewldanên yekîtiya Kurd li Rojava kir û got: "Hêviyên me bi yekîtiya Kurd geş dibin. Bi taybet piştî însiyatîfa fermandar Mazlûm Ebdî û peywendiyên wî bi aliyên Kurd re. Ez texmîn dikim ku pêşktinek di vî warî de heye. Ev hewldan derbasî qonaxên pêşketî bûn."

Biradost Mîtanî bang li aliyên “Encumena Niştîmanî” kir ku helwesta xwe di vê mijarê de diyar bike û got: "Em dizanîn ku dewleta Tirk wê hewlbide van hewldanan têk bibe. Îtîlafa Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ya ku dijmaniya mafên gelê Kurd dike, wê mîna Tirkiyê bike."

Mîtanî ev tişt jî rave kir: "Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînakên zindî ne. Mixabin ENKS hîna endamek îtîlafê ye û ew bi xwe dijminê Kurdan e. Ez dibêjim ger ENKS endamê îtîlafê be, yekîtiya Kurd pêk nayê."

Di dawiyê de Biradost Mîtanî bang li aliyên Kurd kir ku bi rêya diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin û ji bo berjewendiya niştîmanî kar bikin.

(şx)

ANHA