Nakokiyên kevin û nû yên Tirkiyê û Yewnanistanê û gaza derya spî

Tevî ku Tirkiyê û Yewnanistanê endamên NATO`yê ne jî, lê belê nakokiyên kevin û nû têkiliyên her welatan xirab dike û dihêle ku di navbera wan de şer derkeve.

Nakokiyên kevin û nû yên Tirkiyê û Yewnanistanê û gaza derya spî
7 gulan, 2020   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekşemê, du balafirên Tirkiyê rê li pêşiya balafireke ku wezîrê parastinê yên Yewnanî Nikos Panayotopoulos û serok erkana artêşê Jeneral Constantinos Florus tê de bûn, ku piştî serdana baragehên li nêzî sînorê bi Tirkiyê re kirin ji girava Innosis bi rê ketibû, girt.

Di salên dawî de bûyerên bi vê rengî pir derketin. Da ku em van bûyeran fêm bikin, divê em vegerin dîroka têkiliyên Tirkiyê-Yewnanistanê yên heta roja me ya îro.

ŞERÊN SERWERIYA OSMANIYAN Û SERXWEBÛNA YEWNANISTANÊ

Tirkên Osmanî gelek e ku di sedsala 11`emîn de bi rêya şerên Selcûqiyên Tirk ji navarasta Asyayê (Turkisatan) berê xwe dan Anadolê û li wê derê tev li gelên Anadolê bûne. Piştî şerên di navbera Selcûqî û Romiyan de ji sala 1048`an û ketina Osmaniyan bajarê Kostantîniyê (Îstanbûl) sala 1453`an heta 1500`yî û bidestxistina Osmaniyan piraniya herêmên Anadolê, ew herêm ji herêmeke ku piraniya gelê wê Yewnanî ye, veguherî herêmeke Tirkan.

Piştî wê serdemê Yewnanistanê xwest ku bi hevkariyê aliyên ku dixwazin ji împeratoriya Osmanî veqetin re bike û li dijî Tirkiyê bikeve şer.

Artêşa Osmanî di salên 1803, 1807, 1815`an de nîvgirave Manî ya Yewnanistanê dagir kir. Piştî gelek salan bi taybetî di sala 1821`an de, şerê serxwebûna Yewnanistanê ji dewleta Osmanî dest pê kir.

Piştî şerê Navarino yê sala 1827`an, li gorî protokolê Londonê yê sala 1928`an avakirina dewleta Yewnanistanê bi awayekî fermî hat qebûlkirin.

Di navbera salên 1854-1896`an li dijî Osmaniyan serhildanên gelêrî yên Yewnanistanê dest pê kirin.

Di sala 1897`an de, di encama serhildana li girava Kirêt de, yekemîn şerê di navbera Tirkiyê û Yewnanistanê de rû da.

Piştî ku Komeleya Îtîhad û Teraqî li imparatoriya osmanî di sala 1908`an hat ser desthilatê vê care şerê Balkana yê yekemîn (1912-1913) dest pê kir. Di encama şer de, Yewnaniyan bi hevkariya Sirbiya û Bûlxariya girava Girît, ege, Thessaly, Epirus û beravên Makedonya bi dest xistin.

Sala 1917`an, Yewnanistan li dijî dewleta Osmanî ket şerê cîhanê yê yekemîn. Di peymana Sewr ya 1920`an de, herêmên rojhilatê Trakya û 17 km li rojavayê Anadolê li nêzî Îzmîrê ji bo Yewnansitanê hatin dayîn.

Di Gulana 1919`an de jî Yewnanistanê bajarê Îzmîrê bi dest xist, lê belê Mustafa Kemal Ataturk peymana Sevrê red kir û ji bo vegerandina Îzmîrê di Îlona 1922`an de li dijî Yenanistanê şer dest pê kir. Şerê Tirkiyê û Yewnanistanê di sala 1923`an de piştî agirbesta Modaniya û peymana Lozanê, bi dawî bû.

QIBRIS..NAKOKIYA BI GIRÊK KU BI HÊSANÎ ÇARESER NABE

Di sala 1930’de di navbera her dû dewletan de peymana hat îmzekirin. Di sala 1950`î de, Yewnanistanê û Tirkiyê li kêleka hev beşdarî şerê Koriya, di sala 1952`an de jî tev li NATO`yê bûn.

Lê belê tevî wê yekê jî, nakokiya her du aliyan li ser girava Qibris’ê dewam kir. Sala 1571`an Osmaniyan Qibris ji destê şêniyên bajarê Venedik yê Îtalyayê girt. Di wê demê de Tirk koçberî wê derê dibûn.

Tevî ku ji sala 1878`an de li gorî hevpeymanekê bi desthilata Tirkiyê re, Qibris ket bin serweriya Brîtanyayê jî û di 16`ê Tebaxa 1960`yî de serxwebûna xwe bi dest xist.

Di salên 60`yî yên sedsala borî de, dewleta Tirk welatiyên Yewnanistanê ji erdên Tirkiyê derxistin, her wiha her du aliyan li ser deryaya Ege’yê li hev nekir. Ji ber van nakokiyan dewleta Tirk di Tîrmeha 1974`an de bi behaneya parastina welatiyên Tirkiyê yên li Qibrisê, ji sedî 37 ji erdên Qibris dagir kir û welatiyên Yewnanistanê yên li Qibrisê derxistin.

NAKOKIYEKE DIN...DERYAYA EGE

Deryaya Ege ji bo keştiyên ku bi rêya  dergehên Derdenîl û Bosfor ên Tirkiyê li nava ava germ (deryaya Spî) û ava sar (deryaya Reş) digerin, koorîdoreke girîng e.

Li gorî peymana Lozanê ya sala 1923`an ku Erdogan bi xwe red  dike, sînorên ava herêmî yên her dewletekê 3 mîl in. Sala 1936`an, Athinayê ev rêje rakir 6 mîlan û dewleta Tirk jî heman tişt kir.

Yewnanistan diyar dike ku li gorî madeya 3`an a qanûna deryayan, dikare sînorên xwe yên ava herêmê heta 12 mîlan berfireh bike, lê belê dewleta Tirk vê yekê red dike.

Heke ev qanûn pêk bê, dê Tirkiyê di dema çalakiyên şer ên bi rêya deryaya Spî de neçarî destûrxwestina ji Yewnanistanê bibe.

ÇALAKIYÊN LÊGERÎNA GAZÊ LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ ALOZIYÊ KÛRTIR DIKE

Ji ber hebûna gazê di hundirê avê de, deryaya Spî girîngtir dibe û bala aliyan dikişîne. Sala 2009`an, Îsraîlê depoyeke gazê di kûrahiya ava deryayê de dît.

Sala 2011`an jî Qibris’ê dest bi çalakiyên lêgerîna gaza xwezayî despêkir. Di hehman sale de şerîketa " Noble Energy" ku cihê xwe Texas e  ragihand ku li hember Qbiris’ê li mêrga "Afrodît" gaz hatiye dîtin.

Rêjeya gazê ku hatiye dîtin hişt ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan bixwaze pereyan ji bo fînansekirina projeyên xwe yên dagirkeriyê û destwerdanên leşkerî li herêmê, bi dest bixe.

Dewleta Tirk di 26`ê Nîsana 2012`an de, li herêma bakurê Qibrisê dest bi çalakiyên bejahî yên lêgerînê kir. Li ser vê yekê nakokiyên bi Qibrisê re ku di aliyê navdewletî de bi awayekî fermî tê qebûlkirin, dest pê kirin. Qibrisê hewl da ku çalakiyên Tirkiyê yên lêgerîna gazê rawestîne. Keştiyên Tirkiyê di 9`ê Sibata 2018`an de, rê li pêşiya keştiya " Saipem 12000" girt, ku şerîketa Eni a Îtalyayê kirê kiribû û ji bo lêgerîna li gazê di ava beramberî Qibrisê de, bi rê ketibû.

Tevî hişyariyên navneteweyî ji pêngavên ku rejîma Erdogan pêk tîne, dewleta Tirk di Gulana 2019’an de keştiya Hefer"Fatih" şand herêma rojavayê Qibrisê. Piştî wê bi du mehan keştiyeek din a Tirkiyê bi navê"Yavûz" derbasî herêmê bû da ku xebat li ber grava Karpas a bakur rojhilatê Qibrisê bike. Di Cotmehê de dewleta Tirkiyê got ku dê "Yavûz" bişîne perava başûrê Qubirsê.

BERTEKÊN ŞERMEZARKIRINÊ YÊN LI DIJÎ REFTARÊN TIRKIYÊ...Û PIŞTEVANIYA JI YEWNANISTANÊ RE

Bi bilindbûna nakokiyan di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de, Yewnanistanê israra Tirkiyê ya xebatên kolandinê li herêma aborî ya Qibrisê şermezar kir û piştrast kir ku rola Tirkiyê tevliheviya aramiyê ye û bi dewleteke tevahî qanûnên naveteweyî li herêmê bin pê dike, wesifand.

Li aliyekî din jî YE’yê bang li dewleta Tirkiyê kir ku li hember seweriya Qibrisa Yewnanistanê ya vekolandina li ser madeyên xwezayî û derfetgirtina wê rêzdar be.

Ji aliyê xwe ve jî DYA’yê ragihand ku piştevaniya Qibrisê ya vekolandina li ser gaz û petrolê li hember peravên wê dike û NATO’yê jî bang li her du aliyan kir ku nakokiyên xwe yên siyasî çareser bikin bêyî kesek bi ser ya din keve.

ERDOGAN HIKUMETA EL-WÎFAQ A LÎBYAYÊ BI KAR TÎNE KU ROJHILATA NAVÎN SERWER BIKE

Di Mijdara 2019’an de serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê li ser ewlehî û aboriyê peyman îmzekirin. Ew jî bi hedefa nexşekirina sînor di navbera her du welatan de da ku garantiya lingê xwe li Deryaya Spî bigire û çavkaniyên enerijiyê li gel dabînkirina serweriya li ser Lîbyay kontrol bike.

Ev peyman jî weke berteka li ser peymana nexşekirina sînorê deryayî ya di navbera Misir, Qubris û Yewnanisanê de ya 2013’an de, her wiha jî weke refleksdayîna li ser civîna Qahîreyê ya nûnerên ji Misir, Urdin, Îsraîl, Yewnanistan, Qubris, Îtalya û Filistînê ye ku bi wê re jî "Forma Gaza Rojhilata Navîn" hat avakirin ku tê de jî Tirkiyê tune ye.

Bi îmzekirina peymanê Erdogan xwest ku Îsraîl, Misir, Qubris û Filistînê ji Yewnanistanê û Îtalyayê qut bike û gefan li projeya enerjiya ku dê li herêmê bê avakirin û bigihîne Ewropa dixwe. Bi wê dewleta Tirk dixwaze bibe navenda enerjiya li herêmê bi ser serweriya li ser xetên gazê yên ber bi sûkên Ewropayê ve. Tirkiyê ji sedî 74 pêdiviyên xwe ji enerjiyê ji derve pêktîne, çavkaniyên biyanî ji sedî 92 pêwîstiyên wê yên petrolê pêk tîne û ji sedî 98 gaza xwezayî û ji sedî 50 komirê pêk tîne, bi serweriya li ser Lîbya û ava wê van pêdiviyan pêk tîne.

PEYMANGA KU TEVAHÎ RED DIKE TENÊ XIZMETA TIRKIYÊ DIKE

Wek her car peymana Erdogan û El-Sîrac rastî gelek bertekên şermezarkirinê hatin, parlamena Lîbyayê gef li vê peymanê xwar û paşguh kir û li aliyekî din jî qanûna navneteweyî nahêle Tirkiyê plana nexşekirina sînor li gorî madeya 137’an pêk bîne. Ew jî li gorî teoriya vekişîna parzemînî " Continental shelf " ye, ji ber ku gravên Gîrît, Rodos û Qibris li wir hene ku ketine navbera sînora Tirkiyê û Lîbyayê.

Yewnanisanê peyman red kir û got ne rasteqînî ye, ji ber ku grava gîrît ya di navbera peravên Lîbya û Tirkiyê paşguh dikin. Her wiha balyozê Lîbyayê qewitandin û bi wê re jî pişevaniya YE’yê girt. Misirê jî li ser wê itîraz kir. Lê komara Qibrisê got tu mafên dewleta Tirkiyê yên vekolandina li ser petrol û gazê li peravên wê tune ne.

Her wiha Ewropa li altarnetîfekê ewlehiya xeta başûr bi Rûsyayê re ku ji sedî 38 ji hewcedariyên gazê dide wê, digere ku di Tirkiyê re derbas dibe.

Wek tê zanîn 3 rêbazên sûdgirtina ji gaza ku l Rojhilata Navîn li Qibris, Îsraîl, Lubnan û hwd hatin keşkirin hene. Ew jî yan dê gazê bi rêya Tirkiyê yan jî bi rêya dewletên berhemdar an jî bi rêya Misirê derbas bikin. Ji lew re ev dewlet her tim hewl didin hevbendiyên avakirina xetên veguhastina gazê ya bi hedefa serweriya li ser gazê û sûdgirtina mezin, ava bikin.

Ewropî dixwazin gazê bi rêya Îtalya mîna altarnetîfa herî guncaw a aborî ji dêvla Tirkiyê wergirin.

BÛYERÊN BERÊ...

Bûyera hedefgirtina balafira wezîrê parastinê yê Yewnanistanê ne ya yekê ye. Anku gelek balafirên Tirkiyê mecala asîmanî ya Yewnanisanê bin pê dikin. Di meha Sibata 2017’an de  berpirsên di wezareta parastinê ya Yewnanistanê de got ku 138 binpêkirin li asîmana grava Deryaya Ege tomar kirine, her wiha di Nîsana 2018’an de pîlota yewnanî piştî balafira wî ji aliyê Tirkiyê ve ha hedefgirtin, hat kuştin.

Di Çileya 2019’an de 38 balafirên Yewnanistanê li hember 20 balafirên Tirkiyê ku asîmana Yewnanistanê ya deryaya ege bin pê kirine, sekinîn û balafirên Tirkiyê hewl dan êrişeke asîmanî pêk bînin.

Di Adara 2020’an de balafirên dewleta Tirkiyê mecala asîmanî ya Yewnanistanê li Evrosê derbas kir, di heman mehê de keştiya lezgîn a Tirkiyê li keştiya parastina peravên Yewnanistanê li nêzî grava Kosê ya rojhilata deryaya ege qelibî.

(cx-fr)

ANHA