Almanya û Swîsre jî navbeynkariya Hemas û Îsraîlê dikin

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku ji derveyî Misirê, Swîsre û Almanya jî navbeynkariyê di navbera tevgera Hemasê û Îsraîlê de dikin û armanca ji vê yekê temamkirina hevpeymana pevguherîna dîlgirtiyan e

Almanya û Swîsre jî navbeynkariya Hemas û Îsraîlê dikin
6 gulan, 2020   12:14
XEZA

Rojnameya ‘Yedioth Ahronoth’ a Îsraîlê daxuyand ku dîplomatekî ji Swîsreyê û 2 berpirsên îstixbarata Almanyayê navbeykariyê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê de dikin da ku dîlgirtiyên her du aliyên bi hev biguherin. Tê  zanîn ku îstixbarata Misirê jî navbeykarî di navbera Hemas û Îsraîlê de dikir.

Rojnameyê ji rojnameya ‘Die Zeit’ a Almanyayê ragihand ku navbeynkaran di mehên dawîn de têkildarî hevpeymana pevguherîna dîlgirtiyan serdana Xeza, Îsraîl û Misirê kir ku di vê demê de tevgera Hemasê dan û standinên bi Îsraîlê re red kirin û bi daxuyaniyekê ragihand ku dema têkildarî dosyaya dîlgirtiyan geşedan çêbin ew ê ragihîne, di  heman demê de îdia kir ku Îsraîl bi vê yekê dixwaze cihê xwe çêke û sûdê ji peywirên Hemasê pêşniyar kirine, wergire. Her wiha zextê li malbatên filistînî û dîlgirtiyan bike û malbatên dîlgirtiyên cihûyan bixapîne.

Berî niha serokê tevgera Hemasê li Xezayê Yehya Sinwar însiyatîfa pevguherîna dîlgirtiyan bi Îsraîlê re pêşniyar kiribû û anîbû ziman ku însiyatîf ew e ku dagirker dîlgirtiyên filistînî, jin û îxtiyaran ji girtîgehên xwe berde û beramberî vê yekê jî agahiyan der barê her çar dîlgirtiyên li cem Hemasê de nas bike.

(eh)