Li Sûriyê kesek din bi Koronavîrusê ket

Hikumeta Sûriyê ragihand ku kesek din bi Koronavîrusê ketiye, bi vê yekê hejmara nexweşan li welêt gihaşt 45 kesan.

Li Sûriyê kesek din bi Koronavîrusê ket
6 gulan, 2020   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ji wezareta tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku kesek din bi Koronavîruês ketiye. Bi vê yekê hejmara nexweşan ên ku li welêt hatine belgekirin gihaşt 45 kesan.

Wezaretê got: “Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê heta niha hatine belgekirin gihaşt 45 kesan. Jê 27 nexweş baş bûn û 3 jî mirin.”

(şx)