Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23`yê Adara derbasbûyî ve qedexeya derketina derve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin. Ji wê demê de zabîteya Şaredariya Gel dewriyeyên xwe li sûkan zêde kirine.

Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine
Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine
Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine
Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine
Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine
Şaredariya Reqayê li sûkan dewriyeyên xwe zêde kirine
6 gulan, 2020   11:20
REQA – RÛBA EL-ELÎ

Zabîteya Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya hemû komîteyên di şaredariyê de, xebatên xwe yên dewriyeyên di nava sûkan de, her wiha pêşwazîkirina gazincên welatiyan der barê buhayên madeyan de zêde kirin.

Komîteyê tedbîrên qanûnî têkildarî kesên ku ne li gorî lîsteya buhayên madeyan ên şaredariyê diyar kirine tev nagerin, zêde kirin. Komîteya zabîteyê piştî gazincên şêniyan der barê buhayên madeyan e ku hindek xwediyên dikanan û bazirganan zêde kirine, dewriyeyên xwe yên taybet zêde kirin.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqayê Îbrahîm El-Reşîd diyar kir ku wan biryarên hişk dane û sîstem û qanûn ji bo hemû kesên ku buhayên hatine diyarkirin pêk naynin, danîne.

Îbrahîm El-Reşîd destnîşan kir ku di dema qedexeyê de şopandin zêde bû, dewriye jî zêde bûn, her wiha komîteyê endamên xwe zêde kirin û diyar kir ku komîteyên pêwendîdar buhayên madeyan kontrol kirin û kesên binpêkirin dikirin, ceza kirin.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k7PddX7kZJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>