Qonaxa duyemîn a belavkirina pakêtên alîkariyê ên Rêveberiya Xweser dest pê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pakêtên alîkariyê radestî Desteya Kar û bar Civakî ya Herêma Cizîrê kir da ku li malbatên hewcedar werin belavkirin.

Qonaxa duyemîn a belavkirina pakêtên alîkariyê ên Rêveberiya Xweser dest pê kir
6 gulan, 2020   10:53
 QAMIŞLO

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê jî wê radestî meclisên kantona Qamişloyê û kantona Hesekê bike da ku ew jî li malbatên hewcedar belav bikin.

Radestkirin bi amadebûna endamên komîteyên desteyê û hevserokên wê li şîrketa Newroz a Qamişloyê hat kirin. Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Hisên Elî da zanîn dê karê wan berdewam be heta alozî bi dawî bibe.

/kr/uploads/files/2020/05/06/105444_dsc_0153.webp

Li ser gazincên şêniyan ku dibêjin alîkarî nagihêje wan, Hisên Elî got: "Em nikarin di vê dema kurt de pakêtên alîkariyê bigihînin hemû malbatên hewcedar, lê em ê berdewam bikin hetanî em alîkariyê bigihînin malbata hewcedar a herî dawîn.”

Ji ber qedexekirina derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zirar gihaşt malbatên ku rojane debara xwe dikin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca alîkariyê nirxê av, kehrebe û  paqijiyê heta 2 mehan (Gulan û Hezîran) wê ji welatiyan nestîne.

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser di 9’ê Nîsanê de qonaxa yekemîn a belavkirina pakêtên alîkariyê li ser malbatên hewcedar ên herêma Cizîrê dest pê kiribû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PCTb3g2YfE0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>