Li herêma Efrînê tedbîr û bergiriyên mewsima çandiniyê

Bi rasthatina mewsima çinînê re Desteya Çandiyê ya Herêma Efrînê tedbîrên guncaw girtin, lê belê buhayên genim û ceh diyar nekirin.

Li herêma Efrînê tedbîr û bergiriyên mewsima çandiniyê
6 gulan, 2020   09:29
ŞEHBA-SÎMAV XELÎL

Di çend rojên pêş de dê cotkar dest bi çinîna berhema genim û ceh bikin. Bi wê re jî desteyên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên guncaw ên serkeftina mewsima çandiniyê girtin, ew jî piştî di sala borî de şewatên bizanebûn ên mezin çêbûn.

Endama rêveber a Desteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Îman Husên wiha got: "Mewsima çinîna genim û ceh nêz bû, me tedbîrên xwe ji hemû aliyan ve girtin da ku şewat li zeviyan pêk neyên. Her wiha desteyê komîteya ji foca agirkujî, şaredariya gel û komînan ava kir da ku mijarên çinîn û xebatê ku şewat an jî rewşeke awarteke çêbûn, bişopînin."

/kr/uploads/files/2020/05/06/093021_082738_sheba-destaiya-candini-28229.webp

Îman wiha domand: "Tevî derfetên kêm, ji ber erebeyên agirkujiyê wek sehrîcên avê ne, lê dîsa jî me tedbîrên xwe girtin û komîteyeke pirspor ava kir. Me li derdora zeviyên çandiniyê yên genim û ceh xendek kolandine da ku şewat çênebe."

Der heqê genim û ceh de Îman wiha got: "Hê me buhayên genim û ceh diyar nekirine, ew jî ji ber dorpêça ferzkirî li ser kantonê ye, buha jî girêdayî mazotê ne ku her tim tê guhartin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vuJJiVQ3WR0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>