KCK û NPG`ê çalakiyên gerîlên Kurdistanê li dijî hêzên dagirker pîroz kirin

​​​​​​​KCK û NPG`ê bi du peyamên cûda çalakiyên gerîla yên li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker, pîroz kirin.

KCK û NPG`ê çalakiyên gerîlên Kurdistanê li dijî hêzên dagirker pîroz kirin
6 gulan, 2020   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî çalakiyên hêzên gerîlayên Kurdistanê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a (KCK) û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi du peymanên cuda çalakî pîroz kirin.

Peyama KCK`ê wiha ye:

"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û zexteke giran li hêzên demokrasiyê dike. Zîhniyeta mêtinger qirker mûxalefeteke biçûk jî naxwaze li hemberî xwe bibîne. Li Tirkiyeyê niha dîktatoriyeke faşîst li ser hikum e. Hêzên demokrasiyê û gelê Kurd jî li dijî vê yekê li ber xwe didin. Di nava vê berxwedanê de rola gerîla her tim çalak e. Tevî ku mêtingeriya qirker heta jê tê bi derfetên xwe hemûyan êrişê dibe ser gerîla, nikare ji derba gerîla bifilite.

Di dema dawî de li Bedlîs, Amed, Serhed, Gever, Botan, Heftanîn û Mêrdînê derbên giran li hêzên faşîst qirker tê xistin. Ev berxwedana gerîla dike ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê biheje. Berxwedana gelê me û hêzên demokrasiyê, çalakiyên gerîla desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê anîne ber hilweşînê. Em çalakiyên gerîla pîroz dikin ku li pêşiya pêkhatina armancên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dibe asteng.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di şerê taybet ê qirêj de şerê psîkolojîk gelekî zêde bi kar tîne. Bi propagandaya derewîn ku di medya xwe de her roj dibêjin, 'me li ewqas gerîlayan dan, ewqas jê kuştin, gerîla qedandin' diweşîne, hewl dide lawaziya desthilatdariya AKP-MHP'ê binixumîne. Lê belê derbên ku gerîla li wan didin vî şerê psîkolojîk têk dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku desthilatdariya xwe bi tepisandina berxwedana gerîla û têkoşîna azadiyê ve girêdaye bi vî rengî li ber tunebûnê ye. Zêdebûna êrişkariya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li her qadê, ji bilî hewldana parastina vê desthilatdariya lawaz nayê ti wateyê.

Desthilatdariya AKP-MHP ewqasî lawaz bûye ku dibêje 'wê li dijî wan darbe bê kirin' bi vî rengî xwe mexdûr nîşan dide û hewl dide zilmê veşêre. Desthilatdariya AKP-MHP'ê kengî hewl dabe têgiştineke wiha bixe nava mirovan, piştî wê pêleke nû ya zext û zilmê hatiye. Ji ber vê yekê domandina têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê wê gelê me bigihîne demokrasî û azadiyê.

 

AKP-MHP dixwaze bi rê û rêbazên nerewa, bi zextên faşîst û zordariyê li ser desthilatdariyê bimîne. Desthilatdariyeke bi vî rengî ya nerewa hesabê wê dike, atmosfereke welê biafirîne; weke ku wê li dij wan darbe bê kirin û bi vî rengî bi ser hêzên demokrasiyê ve biçe. Desthilatdariya AKP-MHP her carê bi rengekî eşkere nîşan dide ku wê bi hilbijartinê yan jî rêyên rewa dest ji desthilatdariyê bernede. Ji ber ku dibîne wê bi rêyên rewa li ser desthilatdariyê nemîne rojeva darbeyê ya xeyalî diafirîne û ji hewldana xwe ya mayina li ser desthilatdariyê re li hincetekê digere. Ji xwe ji 20'ê Tîrmehê ve gelek caran darbe kir û nîşan da ku desthilatdariyeke tenê dikare bi darbeyê û zordariyê li ser piyan bimîne. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê têkoşîna herî rewa û mafdar a demokrasiyê ya li cîhanê ye. Têkoşîna gerîla têkoşîna herî rewa û demokratîk e û ji bo têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê bi roleke dîrokî radibe.

Li dijî darbeya 12'ê Îlonê ya faşîst ku dixwest Kurdan qir bike, gerîla dest bi têkoşîna azadî û demokrasiyê kir. Ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibe, Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike çi dibe bila bibe wê ev têkoşîn bidome.

Em hêzên gerîla hemûyan silav dikin ku li her devera cografya Kurdistanê bi cih bûne, ji bo hesreta şehîd, azadiyê û demokrasiyê bi ser bixînin têdikoşin. Di têkoşîna wan de ya ji niha û pê ve serketinên mezintir hêvî dikin."

Di peyama pîrozbahiyê ya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de ev tişt hate diyarkirin:

 “Hêzên li eyaleta we di 2’ê Gulana 2020’an de li qada gundê Satê ya Bedlîsê li dijî yekîneyek taybet a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke serkeftî û xurt li dar xistiye.

Gerîlayan yekîneya taybet a dijmin demeke dirêj xistine bin kontrola xwe, piştre li yekîneyê dane, çûne ser cenazeyan çek rakirine. Ev jî diyar dike ku ev çalakiyeke serkeftî ye.

Ev çalakî diyar dike ku gerîlayan bi taktîkeke dewlemend û afirîner, hemû teknîka dijmin pûç kiriye û derbên giran li dijmin xistiye.

Di vê çarçoveyê de em hemû rêhevalên fermandar û şervanên ku tevlî vê çalakiya li qada Satê bûne, çûne ser dijmin çek û malzeme rakirine, li ser navê rêveberiya tevgera xwe wan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Em bi hezkirin û hurmeteke mezin hemû hevalên çalakger û hêzên li eyaletê silav dikin, di têkoşîna we ya şoreşgerî ya pîroz de serkeftinê ji we re dixwazin.”

(kc)