Koronavîrusê herî zêde bandor li DYA`yê kir

Vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) hîn jî berbelav dibe û welatê herî zêde bi xetereya vîrusê re rû bi rû maye DYA ye. Li Brîtanyayê jî hejmara kesên bi vîrusê ketine zêdetir dibe.

Koronavîrusê herî zêde bandor li DYA`yê kir
6 gulan, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku li tevahiya cîhanê 3 milyon û 726 hezar kes bi vîrusê ketine, 258 hezar û 295 kes jî mirine, milyonek û 241 hezar kes jî baş bûne.

Di dawiya meha Sibatê de li DYA`yê yekemîn haleta mirinê hate tomarkirin, DYA hem ji aliyê haletên vîrusê û hem jî haletên mirinê ve dewleta herî zirar kişandiye, lewma derdora milyonek û 2 kes bi Koronavîrusê ketin.

Zanîngeha Johns Hopkins parve kir ku roja sêşemê li DYA`yê di nava 24 saetan de 2 hezar û 33 kes bûn qurbanî û roja duşemê jî hezar û 15 kes bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

(eh)