ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2020
5 gulan, 2020   04:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Kantona Efrînê derbarê êriş û binpêkirinên dawî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê daxuyaniyekê li kampa Vegerê dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Ereb gotin: “Împratoriya Osmanî bi darvekirina rewşenbîran hewl da ku fikrên wan ên berxwedana li dijî dagirkeriya Osmanî tune bike. Tirkiye bi rêya kuştin û binçavkirina bi sedan rojnameger û akadîmisyenan, kiryarên Osmaniyan dewam dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Kobanê xwediyên 600 patozan amadekariyên xwe temam kirin, da ku dest bi çinînê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê di çarçoveya amadekariyên mewsima çandiniyê de 11 erebeyên agirkujiyê xistine xizmetê. Endamê rêveber ê tîmê piştrast kir ku foca agirkujiyê ya bajêr hertim amadeye, ji bo ku weke sala borî şewatên mezin di zeviyan de çênebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Piştî hevpeymana Idlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de Ii Idlibê hinekî bêdengî çêbû lê dibe ku di her demekê de dîsa şer  lê dest pê bikin. Ji 24’ê Cotmeha 2019’an heta 5’ê Adara 2020’an li Idlibê çi qewimî? Piştî pandemiya Koronavîrusê rûdanên çawa li pêş Idlibê hene? Dewleta Tirk dê çeteyên li Idlibê tasfiye bike yan bi wan re dewam bike? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û rojnamegerê Kurd Melevan Resûl bang li tevahî welatparêzan kir ku yekîtiya xwe ava bikin, nakokiyên xwe bidin aliyekî. Resûl got: “Bes e şerkirin". Peyama Rêber Abdullah Ocalan a dawiyê aşkereye û banga yekitî û lihevkirina li ser rêgezên nîştimanî dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rêjeyeke mezin a jinên gundewarên bajarê Minbicê pişta xwe didin xebatên çandiniyê û debara malbata xwe dikin.

CIVAK Û JIYAN

- Ruxmî sozên rêxistinan ji bo birêxistinkirina sergoyê li Kampa Holê, lê ew soz pêk nehatin. Berpirsê Buroya Xizmetguzarî yê kampê dibêje: “Rêxistinên xizmetguzarî sozên xwe neanîn cih. Ev çop bûye jêdera nexweşiyan û li ser jiyana şêniyan xeter e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi 50 dikandarên sûka sebzeyan a kevin re peyman girêdan. Peyman li ser 5 salan e û bi buhayên kêm e. Piştî biryara veguhestina sûkê bi sûkeke nû, ji ber nerêzî û tevlîheviya di nava dikanên sûka kevin de biryara veguhestinê hat girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexeya derketina derve dirêj kir. Ji aliyekî din ve rê li pêşiya hinek pîşesazan vekir da ku bixebitin, lê bi şertê tedbîrên hişyariyê pêk bînin. Di rojên destpêkê yên piştî dirêjkirina dema qedexeyê de, hinek kes hatin muxelefekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA