Li Idlibê rageşî dîsa zêde dibe

Piştî hevpeymana Idlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de Ii Idlibê hinekî bêdengî çêbû lê dibe ku di her demekê de dîsa şer  lê dest pê bikin. Ji 24’ê Cotmeha 2019’an heta 5’ê Adara 2020’an li Idlibê çi qewimî? Piştî pandemiya Koronavîrusê rûdanên çawa li pêş Idlibê hene? Dewleta Tirk dê çeteyên li Idlibê tasfiye bike yan bi wan re dewam bike?

Li Idlibê rageşî dîsa zêde dibe
5 gulan, 2020   04:35
NAVENDA  NÛÇEYAN

IDLIB ÇIMA Û JI BO KÊ GIRÎNG E?

Di 24’ê Cotmeha 2019’an de ku hema piştî wê dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş dabûn destpêkirin, artêşa hikumeta Sûriyê bi desteka Rûsyayê ya hewayî û bi desteka Îranê ya bejahî dest bi operasyona Idlibê kir. Armanca vê operasyonê ew bû ku Idlibê parçe bi parçe bixe bin kontrola xwe.

Sûriye û Rûsyayê beriya operasyona Idlibê gelek caran daxuyand ku dewleta Tirk li Idlibê bi desteka hêzên navneteweyî nikare pozîsyona pêkanîna ewlehiyê  dabîn bike, çeteyên li herêmên di bin kontrola wan de nahêlin li Sûriyê îstiqrar pêk bê û çete xwe nakişînin sînorên ku li Astana û Soçiyê hatine diyarkirin û bi vî awawî meşrûbûna operasyonê derpêş dikirin.

Di dawiyê de oprasyonê dest pê kir û berê xwe da başûrê rojavayê Idlibê, ji wê derê jî rêya M4 ku Heleb û Laziqiyê bi hev ve girê dide. Hêzên hikumeta Sûriyê li ser vê xetê nekarî pir bi pêş ve biçin û berê operasyona xwe da rêya M5 ku Heleb û Şamê bi hev ve girê dide.

Di 19’ê Kanûnê de hêzên Sûriyê bi desteka Rûsyayê ya hewayî zêdetir bi pêş ve çûn û roja 7’ê Sibatê ketin Seraqibê ya li rojhilatê Sûriyê. Seraqib li devera xaçerêya rêyên M4 û M5 e û hem ji bo Sûriye û Rûsyayê hem jî ji bo çeteyên dewleta Tirk cihekî girîng bû.

Li Seraqibê 4 navendên çavdêriyê yên dewleta Tirk a dagirker hebûn û piştî ku Seraqib kete destê hêzên hikumeta Sûriyê, 2 navend hatin dorpêçkirin.

BERTEKA ERDOGAN A LI DIJÎ OPERASYONÊ

Li ser van rûdanan Erdogan di 12’ê Sibatê de, di axaftina xwe ya li civîna koma AKP’ê de ev gef xwarin: “Heke di vê pêvajoyê de zirarek bigihêje leşkerên me yên li navendên çavdêriyê yanjî li deverên din, ez îlan dikim ku ji îro pê ve, bêyî ku em girêdayî sînorên Idlibê û sînorên di hevpeymana Soçiyê de hatine diyarkirin, bimînin, em ê hêzên rejîmê li her derê bikin hedef.”

KUŞTINA 34 LEŞKERÊN TIRK Û RÛDANÊN PIŞTÎ WÊ

Pêşveçûna hêzên hikumeta Sûriyê ber bi Idlibê ve, tansîyona di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi yekcarî bilind kir û dewleta Tirk jî li Idlibê bi çeteyên ku di bin kontrola xwe de digire, bersiv da operasyona artêşa hikumeta Sûriyê. Artêşa Tirk jî daxuyanî dan û îdia kir ku metirsiyên wan ji bo ewlehiya sivîlên li Idlibê û leşkerên Tirk hene ku bi çeteyan re herêma navborî dagir kiriye, lê belê armanca wan a bingehîn ew bû ku pêşveçûna artêşa Sûriyê bisekinînin û pozîsyona heyî ya çeteyan biparêzin.

Di 27’ê Sibatê de hêzên hikumeta Sûriyê derdora 400 leşkerên artêşa Tirk li Kefer Bavl a li başûrê Idlibê ji hewa ve kirin hedef. Balafirên şer ên Sûriyê yên Su-22 bombebaran pêk anî û 2 balafirên şer ên Rûsyayê yên Su-34 destek dayê. Li gorî daxuyaniyên fermî di wê bombebaranê de 34 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Kuştina 34 leşkerên Tirk di çapemeniya cîhanê de wek “windahiya herî mezin a ku Tirkiyê heta niha li Sûriyê daye” cihê xwe girt û dewleta Tirk jî peywira daxuyandina kuştina leşkerên xwe da waliyê Hatayê (Îskenderon). Walî di serî de got 9 leşkerên wan hatine kuştin, piştre ev hejmar kir 22 û piştî wê jî hejmar heta 33’yan zêde kir. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî daxuyand ku 34 leşkerên Tirk hatine kuştin. 

Raya giştî ya Tirkiyê bertekên “li Idlibê çi karê me heye?” dan û dewleta Tirk jî wekî her carê malperên medyaya civakî Twitter, Youtube, Instagram û Facebook asteng kirin. Her wiha têkildarî 91 hesabên ku der barê kuştina 34 leşkeran li Idlibê de agahî dan, lêpirsîn da destpêkirin.

KÊ ÇI GOT?

Dewleta Tirk ji bo ku bertekên ji raya giştî kêm bike û pêşveçûna artêşa Sûriyê asteng bike, got yekîneyên leşkerî yên artêşa Sûriyê “hedefên meşrû” ne, îdia kir ku ji 200’î zêdetir hedef bi topavêjan hatine topbarankirin û 329 leşkerên Sûriyê jî hatine kuştin.

RÛSYA; ME NA, SÛRIYÊ LÊ DA

Piştî vê bûyerê bala her kesî vegerî ser Rûsyayê. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 28’ê Sibatê de dxuyaniyek da û destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên li Idlibê li dijî eniyên artêşa Sûriyê êriş dane destpêkirin, artêşa Sûriyê bersiv daye wan êrişan û leşkerên Tirk ên li gel çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jî bûne hedef. Wezaretê her wiha da zanîn ku Tirkiyê ew agahdar kirine ku li wê herêmê leşkerên wan tune bûne û ew herêm ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye hedefgirtin. 

TIRKIYÊ RÛSYA DEREWAND

Dewleta Tirk ev daxuyanî derewand û got leşkerên Tirk yekser hatine hedefgirtin, her çend hişyarî hatibin kirin jî êrişan dewam kiriye. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hulusî Akar got her çend beriya wê bi rayedarên Rûsyayê yên li qadê re cihên ku leşkerên Tirk lê hene hatibin parvekirin jî, ew êriş pêk hatiye.

Wan daxuyaniyan hev derewand û her çend li ber çavan neketibe jî, rageşiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de têra xwe zêde bûbû.

BANGA NATO Û DYA’YÊ JI TIRKIYÊ RE; LI ME VEGERE

Şîrove dihatin kirin ku dê navbera Tirkiyê û Sûriyê xirab bibe û Tirkiye careke din berê xwe li NATO û DYA’yê vegerîne lê belê NATO û DYA’yê li beramberî desteka ji Tirkiyê re, betalkirina peymanên bi Rûsyayê re, di serî de jî peymana S400’an û li bloka Atlantîkê vegere, bi awayekî sergirtî destnîşan kir. Lê ji ber ku Tirkiye endameke NATO’yê bû, bi awayekî qaşo be jî divê Tirkiye bi tenê nehata hiştin û NATO bi awayekî awarte civiya.

NATO’yê piştî civînê bi tenê ev daxuyanî da: “Tirkiye endameke pir biqîmet a NATO’yê ye û her wiha ji nav endamên NATO’yê herî zêde bandora şerê li Sûriyê li ser wê çêbûye. Gelek êrişên terorê lê hatine kirin û li ber bi milyonan paneberan deriyên xwe vekirine. NATO, parastina hewayî jî tê de, destekê dide Tirkiyê. Hevpeyman bala xwe didinê bê ka ji bo Tirkiyê zêdetir çi dikare bê kirin.”

Di wê pêvajooyê de herî zêde daxuyanî ji balyozê daîmî yê DYA’yê yê li NATO’yê Kay Bailey Hutchison hatin û got “Divê Tirk bibînin ka kî hevkarekî ewle ye.” û bal kişand ser hevkariya Tirkiyê ya bi Rûsyayê re.

Di encamê de DYA û NATO’yê ji bo alîkariya Tirkiyê ya li Idlibê şertê derxistina S400’an ber bi derveyî Tirkiyê ve danî.

LI DIJÎ EWROPAYÊ GEFA PENABERAN

Dewleta Tirk ji DYA, NATO û Ewropayê têra xwe destek wernegirt û vê carê jî wek gefeke bibandor penaber derxistin pêş. 28’ê Sibatê daxuyand ku sînorên xwe yên Ewropayê ji bo derbasbûna penaberan vekirine. Dewleta Tirk her tim bi gotina ku herî zêde penaberên ji Sûriyê li welatê wan hene, ji xwe re mexdûriyet çêdikir û ji aliyekî din ve jî gelek caran îdia dikir ku ji Ewropa ji bo penaber û koçberan têra xwe alîkariyê nade û bi gotina “yan tu yê zêdetir bidî yan jî ez xwedî nakim” gef li Ewropayê xwarin.

Penaberên ku li Tirkiyê wek hêza erzan a kar dihatin xebitandin û her cure cudakarî lê dihate kirin, vê carê jî bi kiryarên dermirovî ber bi sînorê Yewnanistanê ve hatin şandin.

HEVPEYMANA 18’Ê ADARÊ

Krîza penaberan heman demê de hevpeymana 18’ê Adarê ya dinavbera Yekîtiya Ewrupayê û Tirkiyê de, ya piştî lutkeya Tirkiye- YE’yê ku 18’ê Adara 2016’an ketî meryetê anî rojevê. Dewleta Tirk a ku pirsgirêka penaberan di rojevê de dihişt, heman demê de alîkariya madî ji Yekîtiya Ewrupayê taleb kir.

Di 4’ê Adarê de krîza penaberan di navbera sinorê Tirkiyê- Yunanîstanê de hat jiyîn. Ji bo vê krîzê, serokê lijneya YE’yê Charles Michel, nûnerê bilind ê têkiliyên derve û polîtîkayên ewlehiyê yê YE’yê Josep Borrell û komîserê ji rêveberiya krîzê berpirsyar Janez Lenarcic çûn Enqereyê û bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn.

Erdogan got “Sozên ku dane Tirkiyê nehatin girtin”. Biryara dayîna 6 milyar ewroyê ku di sala 2016-2019’an ji aliyê YE’yê ve hatibû dayîn, bi bîr xist. Heman demê de bi awayek sergirtî diyar kir ku divê zêdetir alîkarî bê dayîna Tirkiyê. Borrell diyar kir ku biryara beşê 4 milyar 700 milyon ewro hatiye girêdan, 3 milyar 200 milyon ewro hatiye dayîn û yê mayî jî dê di nava vê salê de bê dayîn. Borrell destnîşan kir ku ew li pişt biryarê ne. Mesaja Erdogan a ji bo zêdetir alîkariyê ji aliyê berpirsên YE’yê ve erênî hat lê nêrîn. Bi vî şeklî krîza penaberan hat çareserkirin.

Û ERDOGAN JI NÛ VE LI SER RÊYA MOSKOVÊ YE

Rûsya û Tirkiye ya ku ji bo dagirkirina Efrînê bihevre tevger kirin, li Idlibê hatin beranberî hev. Evê jî hevkariya wan a li Astanayê xist nîqaşê. Tirkiye vê carê ne tenê bi Rûsyayê re, heman demê de bi hevkarê din ê Astanayê yanî bi Îranê re jî hat beramberî hev. Operasyona ku Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê li Idlibê li dijî Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê dayî destpêkirin, Tirkiye pir aciz kir. Vê yekê rê li ber bertekên tund ên Tirkiyê vekiribû. Piştî ku 34 leşkerên Tirk hatin kuştin, bertekên Tirkiyê tundtir kir û piştî vê bûyerê, hem Tirkiyê, hem herêmê, hem jî raya giştî ya cîhanê mereq dikir ku dê Tirkiye rêyek çawan bişopîne.

Ji beriya hevdîtina 5’ê Adarê ya li Moskovê, di 3’ê Sibatê de li Idlibê 5 jê leşker 8 kes bi operasyonek hevpar a Rûsya-Îran- Sûriyê hatin kuştin. Evê yekê tansiyona Tirkiyê derxist lutkeyê. Tirkiyê, Rûsyaya ku bi wê re di nava têkiliyên kûr û piralî de ye, berpirsyar girtibû.

Erdogan ji beriya 5’ê Adarê digot “Divê heya dawiya meha Sibatê Rejîm ji sinorên hevpeymana Soçiyê were derxistin, yanî em bi biryarin ku derxin pişt nuqteyên xwe yên çavdêriyê. Ji bo vê jî em ê hem di reşahiyê de, hem hewayî çi pêwîst bike em xwe jê nadin paş, bêyî dudilî, bêyî mijulbûn bikin.” Erdogan bi van gotinan Sûriye û Rûsya tehdit dikirin.

Her çendî ji vê pêvajoyê ve heyetên Rûs û Tirkan di astek kêm de hevdîtin pêk anîbin jî, her du alî jî negihiştin tu encaman. Berdevka wezateta karê derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova û berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov bang kirin ku divê li gorî hevpeymana soçiyê were tevgerkirin û Tirkiye dest ji alîkariya xwe ya li Idlibê dide terorîstan berde.

Tirkiyê ji NATO û DYA’yê jî piştgiriyek cidî negirt, piştî wê ji Moskovê hevdîtin talep kir û dîroka hevdîtinê wek 5’ê Adarê hat diyarkirin.

DI BAZARKIRINA IDLIBÊ DE KÊ ÇI XWEST?

Her çendî hêvî û tiştên li ser maseyê hatin biryarkirin ên her du aliyan cuda bin jî, ji bo Tirkiyê di vê astê de ya giring çêkirina agirbestek mayînde bû. Armanca bingehîn a Tirkiyê; vekişîna hêzên Sûriyê ji “herêmên kêmkirina şer” yên ku hevpeymana Soçiyê de hatibûn xêzkirin, eger ev pêk neyê jî avakirina “herêmek bi ewle” kûrahiya wê ne kêmî 30 km ku di bin kontrola NY’î de û ji bo firîna balafiran girtî. Eger ev plana ku pêşditît were erêkirin, dê wê “herêma ewle” ya li Idlibê were avakirin bi herêma Efrînê ve girêbide. Bi vî awayî dê Tirkiye, xeta ji herêma Yayladagi ya Hatayê heta herêma Cerablusê di bin kontrola xwe de bihêlaba.

Ji aliyê Rûsyayê ve jî yek ji xususên herî giring, rêyên M4 - M5 di bin kontrola Sûriyê de were vekirin. Ji ber ku ev her du rê, rêyên bingehîn ên Sûriyê ji rojhilat heya rojava, ji bakur heya başûr bihevve girêdide, girêdana Heleb, Lazqiye û Şamê bi hev re çêdike û rêya ticaretê ye. Şer û hedefa dawî ya her du aliyan jî, ji bo kontrolkirina van her du rêyan bû. Ev her du rêyên ku ji bo Sûriyê hem ji aliyê ekonomik hem jî ji aliyê leşkerî ve giringiyek stratejîk hene, eger bikeve kontrola Sûriyê de dê rejîma Esad li tevahî Sûriyê hîn bihêztir buya. Rastiya ku Tirkiye li dijî bû tam jî ev bû. Her çend Tirkiye memnûn nekiribe jî, formûla hevpar a ku ji aliyê Rûsyayê hat ditin, di 5’ê Adarê de di hevdîtina Moskovê de hat ser masê û di dawiyê de bi Tirkiyê jî hat pejirandin.

YÊN LI IDLIBÊ BI SER KETIN RÛSYA Û SÛRIYE NE

Tirkiye ya ku li Idlibê rastî şikestinê hat, tişta ku dixwest ji Moskovê bidest nexist û tiştên ku ji aliyê Moskovê ve dihat ferzkirin pejirand. Her çendî Tirkiyê hewl da hevpeymana Moskovê ji xwe re wekî serkeftinek mezin bide nîşan jî, weşanên muxalîf ên li Tirkiyê hevpeyman wek “Tişta ku Putîn û Esad dixwest pêk hat” nirxandin û bal kişandin ku Tirkiyê di hevpeymanê de çiqas zirar kiriye.

Di encama hevdîtina ku 6 saet dewamkir de, wek protakola lêzêdekerî ya Soçiyê, sê madeyên ku aliyan li ser lihev kirine ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Madeya yekê ya protokola lêzêdekirî: Li ser xeta herêmên kêmkirina şer ên li Idlibê, ji 6’ê Adara 2020’an saet 00.01’an ve rawestandina hemû faliyetên leşkerî. Ya duwem: Li dijî terorîstên HTŞ û El- Nusra yên li Idibê, têkoşîn kirin. Ya sêyem; Bi kûrahiya 6 km di bakur û 6 km di başûrê rêya M-4 a ku Helebê bi Lazqiyê ve girêdide, avakirina korîdorek ewle. Li herêmên diyar ên vê rêyê gera dewriyeyên hevpar ên Rûsya û Tirkiyê. Dewriyeya yekem di İlk 15’ê Adara 2020'an de ji bajarê Trumba heya qismê Ain-Al-Havr. Serakip a giringiya wê ya stratejîk heyî jî ma di bin kontrola Rûsyayê de.

Bi vî awayî di encama hevpeymanê de, ji talebên Tirkiyê zêdetir destkeftiyên ku Rûsya û Sûriyê di encama şerên bi çeteyan re bidest xistine ketin bi garantiyê de. Bi vî awayî rêya M-5 a ku Helebê bi Şamê ve girêdide di bin kontrola Sûriyê de ma. Kontrolkirina rêya M-4 a ku Helebê bi Lazqiyê ve girêdide, bi Tirkiyê re hat parvekirin.

ÇETE JI LIHEVKIRINÊ NERIHET IN

Piştî hevpeymana Moskovê, dewriyeyên hevpar ên Tirkiye û Rûsyayê yên li herêma hatî diyarkirin, ya yekem di 15’ê Adarê de, ya duwem di 23’ê Adarê de, ya sêyem di 8’ê Nîsanê de, ya çarem di 15’ê Nîsanê de, ya pêncem di 21’ê Nîsanê de û ya şeşem di 29’ê Nîsanê de hat avêtin. Lê mesafeya dewriyeya hevpar a Tirk- Rûs ku di hevpeymanê de dê ne ewqas hêsan be.

Bertekên ku ji aliyê çeteyan ve hatin hesabkirin û mesageya dewriyeya yekem bi bajarê Trumpa û heya bajarokê Neyrab hat diyarkirin. Derbasbûn û dewriyeyên heta dirêjahiya başûrê rêya M-4’ê ku herêmên Ariha, Furayka, Cisril Şugur lê hene, wê ne ewqas hêsan be. Ev herêm di bin kontrola çeteyên biyanî yên El-Qaîdeyê de ne. Ev çete yên vekişînê napejirînin û herî zêde li hember hevpeymanê li ber xwe didin in. Li herêmên ku navê “herêmên kêmkirina şer” lê hatiye kirin, komên çeteyên ku qet Tirkiye nikare bi hêsanî razî bike, cih digirin.

ÇETEYAN CARA YEKEM LI LEŞKERÊN TIRK XIST

Di 19’ê Adarê de li vê herêmê du leşkerên Tirk bi guleyên çeteyên El- Nûsrayê hatin kuştin. Wezareta parastinê ya Tirkiyê jî di heman rojê de piştrast kir ku 2 leşkerên wan bi guleyên ku ji herêmên çeteyên radîkal lê dimînin ve hatine, hatine kuştin.

Artêşa Tirk cara yekem di 13’ê Nîsanê de mudaxeleyî çeteyên HTŞ’ê yên ku rê li vekirina rêya M4 digirtin, kir. Heman demê de gaza bîberê li kesên ku çadir li nava rê danibûn û tangên artêşa Tirk didan ber keviran, kir. HTŞ jî li hember mudaxeleya yekem a Tirkiyê bêdeng neman û piştî wê êrişî nuqteyên artêşa Tirk kirin. Piştî wê jî artêşa Tirk jî, li du erebeyên HTŞ’ ê yên ku çete têdebûn, xist. Di vê êrişê de 3 endamên koma çete ya Heyet Tehrîr El-Şam hatin kuştin. Li herêma ku tevlîhevî didome, rewşa şerê navxweyî yê çeteyan û heman demê de hatina beramberî artêşa Tirk jî her ku diçe zêde dibe.

Li gEl-Idlibê, li herêmên din ên ku dewleta Tirk dagirkirine yên wek Bab, Cerablus ê jî, di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” û komên çeteyên din de tevlîvehî didome.

Nayê fikirîn ku tevlîheviya li van herêman bi berteka li Idlibê ve ne girêdayî ye. Pir zehmet tê dîtin ku koma çeteyan a Hurras El- Din a ku 7 rêxistinên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam û El-Qaîdeyê avakirine, Ensar El-Dîn, Ensar El-Tevhîd ve Ensar El-Îslam yên ku li ser xeta El-Qaîdeyê, yan jî Partiya Îslamî ya Tûrkmenîstanê ku bi Talîbanê ve girêdayî ye, rêxistina çeteyên Çeçen Ecnad El-Kavkaz, Tugaya Îmam Buharî ya ku Ozbekan avakirî, hevpeymana Rûsya û Tirkiyê bipejirînin. Li rex wê jî, niyeta HTŞ tune ku herêmê bi rêxistinên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û UKC ên Tirkiyê avakirî re, parve bike.

JI TIRKIYÊ TEQWIYEYÊN NÛ

Herêma ku jê re dibêjin “herêma kêmkirina şer”, di rastiyê de di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ne. Tirkiye hewl dide wextê agirbesta ku di 5’ê Adarê de li Moskovê îmze kirî dirêj bike û kontrola xwe ya li herêmê fireh bike. Tirkiye, hem ji bo sozên dayî Rûsyayê yên, li Idlibê tinekirina çeteyên radîkal, hem jî ji bo li hember destwerdanek nişkave ya artêşa Sûriyê û Rûsyayê di rojên dawî de bi hezaran leşker û heman demê de 2 hezar û 650 erebeyên nû yên leşkeri şand herêmê. Dîsa, li herêma bakurrojavayê Idlibê, li hinek qismê Heleb, Hema û Lazqiyê ku dikevin “herêma kêmkirina şer”, hêjmara nuqteyên xwe ji 12’an bilindî 58’an kir..

DIBE KU LI IDLIBÊ TEVLIHEVÎ ZÊDE BIBE

Şerê li Sûriyê ket sala xwe ya 10’an. Idlib di heman demê de wek “navenda fînalê” tê binavkirin. Di pêvajoy bê de dê diyar bibe ku ew madeyên destpêkê di hevpeymana Soçî û piştre jî di hevpeymana Moskovê de hatibûn zêdekirin, dê çiqas bikevin meryetê. Dîsa dê Tirkiye bikare wekî ku soz daye komên çeteyên radîkal tune bike? Dê bikare çeteyan bi şêweyekî tune bike an jî tev li çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ girêdayî xwe bike? Dê pêvajoya ku van hemû pirsan ronî bike, rojên pêşiya me wê diyar bikin.

Eger Tirkiye û çeteyên girêdayî wê ji herêmên ku hatine diyarkirin venekişin, dê operasyoneke hevpar a Sûriye, Rûsya û Îranê bixe rojevê.

(ekip)

ANHA