Çavkaniyek Iraqî: Sibe civîna dengdayînê ya hikûmeta El-Kazimî ye

Çavkaniyek agahdar ji Iraqê ragihand ku parlamantoya Iraqê wê sibe ji bo dengdayîna hikumeta Mistefa El-Kazimî civîneke taybet lidar bixe.

Çavkaniyek Iraqî: Sibe civîna dengdayînê ya hikûmeta  El-Kazimî ye
4 gulan, 2020   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji RT a Rûsî re got: "Serokê parlamantoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî dema civînê sibe saet 9:00`an diyar kir û bang li endamên parlamantoyê kir ku tev li civînê bibin.

Serokê Iraqê Berham Salih 9`ê Nîsanê serokê istixbarata watanî Mistefa El-Kazimî bi avakirina hikumeta demkî erekdar kiribû piştî ku Ednan El-Zurfî ji pêkanîna vê erkê lêborîn xwest.

El-Kazimî berê jî zextên ku dewletê lawa dike û piştgiriya xeta wê nake, red kiribûn û got: "Berpirsyariyê ku ez di ban şertên dijwar de li gel zehmetiyên aborî, tenduristî û emnî pêk tînim berpirsyariyek niştîmanî ye."

(şx)