Li gel rewşa awarte, Roja Trafîkê Ya Cîhanî li Minbicê tê pîrozkirin

Li gel rewşa awarte ya ji bo Koronavîrûsê, endamên Gerînendeya Trafîkê ya Minbicê dê Roja Trafîkê ya Cîhanî 4’ê Gulanê pîroz bikin.

Li gel rewşa awarte, Roja Trafîkê Ya Cîhanî li Minbicê tê pîrozkirin
Li gel rewşa awarte, Roja Trafîkê Ya Cîhanî li Minbicê tê pîrozkirin
Li gel rewşa awarte, Roja Trafîkê Ya Cîhanî li Minbicê tê pîrozkirin
Li gel rewşa awarte, Roja Trafîkê Ya Cîhanî li Minbicê tê pîrozkirin
Li gel rewşa awarte, Roja Trafîkê Ya Cîhanî li Minbicê tê pîrozkirin
4 gulan, 2020   04:05
MINBIC

4`ê Gulanê roja cîhanî ya Trafîkê ye. Ev roj di sala 1969`an de di kongreya Cinevê de bi armanca hişyarkirin û bilindkirina asta  zanabûnê ji xeteriya qezeyên trafîkê hate diyarkirin.

Endamên Gerînendeya Trafîkê ya Minbicê hema bêje rojane kar dikin û trafîk di dirêjahiya 24 saetan de bi rêxistin dikin. Ji bo ku trafîka giştî biparêzin û muxelefeyên li ser rêyan zevt bikin.

Polîsên Trafîkê yên bajarê Minbicê û gundewarê wê , li gel şertên hewayê yên dijwar de ji baran, serma û germahiya havînê ji karê xwe aciz nabin.

Girtina tedbîrên hişyariyê li dijî Koronavîrusê li bajarê Minbicê û gundewarê barê endamên trafîkê zêde kirin. Di vî warî de endamê rêveber ê Gerînendeya Trafîkê yê bajarê Minbicê û gundewarê wê Eşref El-Hilal got: “Em  tevahiya karmendên Gerînendeya Trafîkê bi boneya roja cîhanî ya trafîkê pîroz dikin. Em spasiya endamên şirketa trafîkê yên li bajarê Minbicê dikin. Di  vê dawiyê de ji ber girtina rêze tedbîr li dijî Koronavîrusê barên wan zêde bûne. Belavbûna vîrusê li cîhanê bi awayekî neyînî bandor li civakê kiriye.”

El-Hilal diyar kir ku qedexeya derktina derve ya ku Rêveberiya Xweser ferz kirî baş bû û got: “Bi belavbûna Koronavîrûsê re erkê polîsên trafîkê zêde bûn. Endaman wextê karê xwe ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê zêde kirin.”

El- Hilal di dawiya axaftina xwe de got: “Em hêvî dikin ku Koronavîrûs li cîhanê bi dawî bibe. Bi minasebeta roja trafîkê ya cîhanê tedbîrên ji bo ajotinê werin girtin û rêgezên trafîkê werin pêkanîn.”.

Di heman demê de 4’ê Gulanê roja xebatkarên agirvemirandinê ye û ev roj di 1999’an de hat diyarkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S5Brup1iFcA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>