​​​​​​​Di navbera DAIŞ û Heşid El-Şabî şer derket:4 DAIŞ‘î hatin kuştin

Hêzên Heşid El-Şabî ragihand ku îro êrişek nû ya çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê parêzgeha Selahdîn şikandin û 4 çete kuştin.

​​​​​​​Di navbera DAIŞ û Heşid El-Şabî şer derket:4 DAIŞ‘î hatin kuştin
3 gulan, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Heşid El-Şabî di daxuyaniyekê ragihand ku hêzek ji tugeya 21 a Heşid El-Şabî vê êvarê êrişek çeteyên DAIŞ`ê li herêma El-Eys a rojhilatê Selahdîn şikandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tugeya 21 a Heşid El-Şabî vê êvarê erebeyek çeteyên DAIŞ`ê ku tê de 4 çete hebû û nêzî nuqteyên tugeyê li rojhilatê Selahdîn dibûn topbaran kir. Di encamê de çeteyên di erebeyê de hatin kuştin.

Di hefteyên borî de asta êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi taybet li herêma asê ya di navbera parêzgehên Kerkûk, Selahdîn û Diyala de ya ku bi navê "sêgoşeya Mirinê" tê naskirin zêde bûn.

(şx)