ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2020
4 gulan, 2020   04:00

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê dagir kirin, mala şêniya bi navê Hêvîn Ebdo desteser kirin. Piştî demekê jî yên ku dewleta Tirk a dagirker anîne bajêr û di mala wê de rûniştine telefûn kirin, henek û şantajê li wê  dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê têkildarî parastina hilberînên çandiniyê gelek bergirî girtin û xwe ji rewşên awarte re amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker piraniya navendên wergirtina hilberînên çandiniyê dagir kirine û yên mayîn jî dikin hedef, aliyên têkildarî qada çandiniyê yên navçeya Eyn Îsayê zehmetiyên wergirtin û depokirina hilbirînê dikişînin. Ji ber vê yekê hewl didin depoyeke statejîk ji bo wergirtina genim peya bikin ku bikarinbin rêgeza xwetêrkirinê bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel rewşa awarte ya ji bo Koronavîrûsê, endamên Gerînendeya Trafîkê ya Minbicê dê roja trafîkê ya cîhanî 4’ê Gulanê pîroz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku kampa Waşûkanî du caran hatiye dermankirin, koçberên di kampê de ji ber zêdebûna dûpişk û maran gazingan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinê ya Sûriyê derbarê rewşa jinê di pêvajoya qedexeya derketinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyekê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçbera bi navê Sediye, her sibehê dest bi çêkirina nanê tenûrê dike. Di rewşa koçberiyê ya zehmet de, nanê tenûrê bûye çavkaniya dabara jiyana Sediye û zarokên wê yên nexweş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mihemed Abdullah êrişên li Başûrê Kurdistanê bi komploya li ser Rojhilata Navîn ve gire da û destnîşan kir ku di qonaxa yekitiya gelê Kurd de hewldanên PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker ji bo tehrîkkirina hêzên li herêmê ye. (BI WÊNE).

- Endamê PYD’ê Bedran Hemo bang li tevahî partiyên siyasî û hêzên Kurd kir ku yekîtiya xwee ava bikin û wiha got: “Nekevin xefika şerê birakujiyê. De bila devê çekên me li kesên qirkirina çand û zimanê me dixwazin, be." (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber buhabûna sebzeyan gelek cotkarên herêma Dêrikê rûbera çandina sebzeyan zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA