Mihemed Abdullah: Planên dagirkeran berfireh û demdirêj in

Mihemed Abdullah êrişên li Başûrê Kurdistanê bi komploya li ser Rojhilata Navîn ve gire da û destnîşan kir ku di qonaxa yekitiya gelê Kurd de hewldanên PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker ji bo tehrîkkirina hêzên li herêmê ye.

Mihemed Abdullah: Planên dagirkeran berfireh û demdirêj in
4 gulan, 2020   04:00
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, armancên dagirkeran, rola partiyên Goran, YNK û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re ji ANHA’yê re nirxand û destnîşan kir ku PDK bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker re hewl dide YNK, Goran û PKK’ê bikişîne xeta şer.

Abdullah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi pandemiya virûsa koronayê zirarê bide herêma Başûrê Kurdistanê ku desthilata herêma başûrê Kurdistanê di 28 salan de nekarî xizmeteke baş pêşkêşî gelê başûrê Kurdistanê bike û got: “Di vê çarçoveyê de xetereyek heye ku nabin bersiva rewşê.”  

‘BAŞÛR JI HUNDIR VE HATIYE DAGIRKIRIN’

Abdullah anî ziman ku dewleta Tirk di rastiyê de bi fobiya gelê Kurd û PKK’ê ketiye û niha zexteke giran li ser Başûrê Kurdistanê heye û ev tişt lê zêde kir:

“Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve ji hundir ve hatiye dagirkirin. Niha vîze, neft, bazar, hêzên leşkerî, emniyet û îstixbarat di bin destê dewleta Tirk a dagirker de ye. Dewleta Tirk dixwaze hemû rêbazan zextê li ser Başûrê Kurdistanê çêke. Qalê dike ku di 2023’yan de êdî bandora Lozanê namîne û sed sal di ser re derbas dibe. Hêvî dike wîlayeta Mûsil ku beşeke mezin a Kurdistanê digire, bi Tirkiyê ve bê girêdan. Vê peyama xwe her tim digihînin guhê cîhanê û gelê Kurd. Lê mixabin desthilatdarên Başûrê Kurdistanê vê fêm nakin an jî naxwazin fêm bikin.”

ÊRIŞÊN LI SER BAŞÛR Û KOMPLOYA LI SER ROJHILATA NAVÎN

Abdullah di êrişên li ser herêma Başûrê Kurdistanê de rola dewletan wiha nirxand: “Her kes dizane li tevahî cîhanê tu hêz nikare bêyî hêzên kapîtalîst wekî DYA, Brîtanya û hevkarê wan ê daîmî Îsraîlê tev bigere. Em nikarin bibêjin ku ev tevgera ku dewleta Tirk bi PDK’ê dide kirin bêyî agahiya DYA’yê ye. Sîstema parastinê ya Patriotê ku DYA’yê li Herîrê bi cih kiriye, ew dikarin fuzeyên xurt rawestînin. Ev tevgera PDK’ê bi komploya li ser Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Ev komplo destpêkê ji bo gelê Kurd xetere ye. Heta gelê Kurd hedefa vê komployê ye. Armanca Tirkiyê ji holê rakirina statu û têkbirina gelê Kurd û îradeya gelê Kurd e. Armanc ew e ku hemû beşên din ên Kurdistanê bi Tirkiyê ve bidin girêdan. Ji bo wê ji niha ve ev komploya ku tê kirin DYA, Tirkiye û PDK tê de cih digirin. Dibe ku hinek dewletên hevkarên DYA û Tirkiyê jî di vê komployê de bin.”

‘PLANA VÊ CARÊ BERFIREHTIR E’

Abdullah diyar kir ku di rastiyê de YNK û Goran xwe bi xwe rastî nakokiyên navxweyî tên û got: “Ji ber destwerdana PDK ya di nava Goran û YNK’ê de her du partî rastî nakokiyên navxweyî bûne. Niha siyasetek wisa dikin ku beşek ji YNK û Goran di nava PDK’ê de ne. Jixwe PDK û dewleta Tirk demeke dirêj e li ser Başûrê Kurdistanê û di heman demê de li ser her du partiyan kar dikin. Ev nakokî di nava her du partiyan de wisa kiriye ku navendên wan nikarin ji bo guhertinan, biryareke bibandor û tendurist bidin. Lê belê her du jî dibînin ku di xetereyê de ne. Ji ber ku tevgera PDK’ê ya vê carê ne tenê PKK ye, di heman demê de ew in. PDK hewl dide quweta xwe bi ser a wan jî bixe. Ew xetereya li ser Başûrê Kurdistanê li ser tevahî gelê Kurd e. Ji ber plana vê carê hinekî din bi hêz û berfireh e. Eger wekî sala 1975’an bûya, yanî tenê PDK li herêma Kurdistanê serwer bûya, îhtimala ‘aş betal e’ zêdetir bû. Niha em di rêya ‘aş betalek din’ de ne, lê cihê keyfxweşiyê ye ku tevgerên din ên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hene.  Ji ber wê jî biryara komployeke wisa ne tenê di destê PDK’ê de ye.”

‘NÊZÎKATIYÊN YNK Û GORANÊ HIŞT KU DESTÊ PDK’Ê XURT BE’

Mihemed Abdullah bal kişand ser lihevkirina PDK û dewleta Tirk a dagirker û got: “PKK alternatîfek e ji bo gelê Kurd û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê. Lewma jî her duyan di mijara li dijî PKK’ê de li hev kiriye. Eger ev car gelê Kurd nekare xwe ji vê karesatê xilas bike, ez wisa dihizirim ku dê gelê Kurd ji bo gihîştina armancên xwe çend gavan bi paş bikeve. Mixabin YNK û Goran, gelek caran hêzeke mezin dane PDK’ê. Bi taybet jî beşdarbûna wan di hikumeta ku ji aliyê PDK’ê ve hat damezirandin û ji 2011’an ve desthilatdar e, dengê nerazîbûna gel gihîştiye lûtkeyê. Bi taybet jî piştî Bihara Ereban ku gelek dîktator ketin bin bandora hêzên derve, Başûrê Kurdistanê jî kete bin bandora wan kesan. Lê mixabin YNK û Goranê îradeya gel bê deng kir û xizmeta hikumet û PDK’ê kir. Van nêzîkatiyên YNK û Goran wisa kiriye ku destê PDK’ê ew qas bi hêz be.”

‘DI QONAXA YEKITIYÊ DE HEWLDANÊN PDK’Ê JI BO TEHRÎKKIRINA ŞER IN’

Di demekê de ku gelê Kurd hewl dide kongreya neteweyî li dar bixe, Abdullah aloziya li Zînî Wertê wek tehrîkkirina bo şer pênasê kir.

Abdullah got ku, “Diyar e Zînî Wertê xaleke hesas e” û wiha dewamkir, “Destwerdana Zînî Wertê ne li xizmeta xwestekên gelê Kurd e. Ji ber gelê Kurd niha dixwaze yekitiyekî çêke. Di vê qonaxê de ya girîng yekitiya Kurdan e. Mayîna PDK’ê li Zînî Wertê tehrîkkirina PKK’ê ji bo şer e. Tehrîkkirina hêzên YNK’ê ji bo şer e. Hatina PDK’ê ji bo Zînî Wertê, dixwazin hêza xwe bi ser a YNK’ê bixe. Ji salên 2000’î ve lihevkirinek, hatiye çêkirin ku wek hêzên pêşmerge hêzên YNK’ê li wan herêman bin. Ev çend sal e jî hêzên gerîla li wê herêmê hene û tu pirsgirêk derneketine. Hêzên PKK’ê bûn beşek ji bo parastina Kurdistanê li hember dagirkeran. Bi taybet jî di sala 2014’an de bûn hêzeke têkoşer li hember çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber wê jî niha ew hêz temsîla îradeya gelê Kurd dikin. Ev plankirina şer e. Tevgerkirina wan ji bo cihên di bin kontrola hêzên YNK’ê tê wateya ku tu têk biçî nabe tu hebî. Mixabin PDK bûye beşek ji vê planê. Diyar e gelê Kurd li her cihî girêdayî hev e. Ev pirsgirêkên ku ji bo Başûrê Kurdistanê bên  çêkirin, dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”

Mihemed Abdullah di dawiyê de bang li hemû hêz û aliyan kir ku nebin hevkarên siyaseta dewleta Tirk û got: “Nebin beşeke plana ku PDK bi rê ve dibe. Em hewl bidin yekitiyê biparêzin. Em çi qas bikarin yekitiyê biparêzin û nehêlin şerê navxweyî li nava Kurdan çêbe, em ew qas dikarin rê ji dagirkeriya Tirkiyê re bigirin. Ji ber xala destpêkê ew e ku em nehêlin ev şer çêbe. Em bang li PDK’ê dikin ku bila vegere hembêza gel û xizmeta gel. Hêz bide gel û nekeve xizmeta Tirkiyê.”

ANHA