Kongreya Star banga berdana Zeyneb Celalyan kir

Kongreya Star derbarê rewşa çalakvana Kurd Zeyneb Celalyan de ya ku li gel rejîma Îranê girtî ye fikarên xwe anî ziman û banga serbestberdan Zeyneb û hemû girtiyên jin kir.

Kongreya Star banga berdana Zeyneb Celalyan kir
3 gulan, 2020   19:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star têkildarî çalakvana Kurd Zeyneb Celalyan a ku li Îranê girtî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Di bin siya krîza koronavirusê ya heyî de, em ji rewşa girtiyên siyasî yên li Îranê û bi taybet jinan pir bi meraqin in. Di dawiya Adarê de, 200 girtîyên jin ya li girtîgeha Urmiye ji ber xetera tenduristiya zêde, ketin greva birçîbûnê. Di meha Nîsanê de, 36 girtî di protestoyên zindanê de ji bo tedbîrên bêtir ji bo tenduristî ji aliyê hêzên ewlehiyê ya girtîgehê ve hatin kuştin. Wekî din, cezayê mirinê hîna jî li Îranê pratîkek hevpar e û tenê 13 girtiyan di meha Nîsanê de hatin darve kirin.

Îro çavên me li ser çalakvanê Kurd Zeyneb Celalyan e. Celalyan bi salan ji bo mafên jin tekoşîn kir û ji sala 2008’an ve li Îranê girtî ye. Ew li Kirmaşan di havîna 2008‘an de hat girtin û di Çileyê 2009‘an de ji ber "dijminatiya bi Xwedê" re hate cezakirin. Lê belê, protesto û nerazîbûna gelemperî pêşî li darvekirina wê girtin.

Di 28’ê Nîsanê ya îsal de, Zeyneb Celalyan ji zindana Xoy (Choy) hate veguhestin. Piştra, wek wendabûyî agahî ji wê nînbû. Çend roj şûnda agahî hat ku ew ji nişka ve bî çavên girtî û destê girêdayî hatiye veguhestin niha li girtîgeha Qasidê ya Qarchak li Waramin, li başûrê paytexta Îranê ye. Texmîn hene ku dozek nû hemberî Zeyneb Celalyan hate vekirin.

Zeyneb Celalyan bi giranî nexweş e û ji ber virusa Korona di bin xeterîyê de ye, tevî vê dewleta Îranê serdana bijîşkên pispor an dermankirina bijîşkî li derveyî girtîgehê red dikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesti International) redkirina tedawiya Zeyneb wekî pratîkê "wek îşkenceyê" nirxand. Piştî salan êşkence li girtîgehên Îranê û paşerojê pêşî girtina li darvekirinê, pêşeroja Zeyneb Celaliyan hîn ne diyar e. Xeteriya darvekirina bi destê dewleta Îranê hîn jî berdewame.

Tevî krîza koronavirusê ya heyî, ya herî girîng ev e ku em wekî jin daxwaza mafên xwe bikin. Divê em li dijî her cûre zordestiya hemberî jinan dengê xwe bilind bikin.Wekî jin erka me ye ku em xwedî li jinê derkevin, ji ber ku tenê bi hev re em dikarin azadiya xwe îdîa bikin.

Em dixwazin Zeyneb Celalyan û hemû girtiyên siyasî divê yekser bên berdan!

Em daxwazin ku hemû hêzên navneteweyî û civakê zextê li dewleta Îranê bikin!

Em daxwaza betalkirina cezayê mirinê û zelaliya doza Zeyneb Celalyan dikin!"

ANHA