Pompeo: Delîl hene ku Koronavîrusê ji laboratwareke Çînê derketiye

Wezîrê Derve yê DYA‘yê Mike Pompeo got ku "Delîlên mezin" hene ku Koronavîrusê ji laboratwareyekê li bajarê Wuhan ê Çînê derketiye. Pompeo, Pekînê tewambar kir ku agahî derbarê derketina vîrusê kujer de veşartine.

Pompeo: Delîl hene ku Koronavîrusê ji laboratwareke Çînê derketiye
3 gulan, 2020   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê DYA‘yê Mike Pompeo îro di hevdîtinekê bi kenala "ABC" ya Amerîkî re got: "Em dikarin piştrast bikin ku Partiya Komunîst a Çînê her tiştê kir da ku cîhan nizane çi di wextê guncaw de diqewime. Li ser vî tiştî gelekî delîl hene, hin jê eşkere û şînber in."

Pompeo bi domdarî got:  "Me daxuyaniyên wan dîtin, me dît çawa rojnamevan qewitandin. Me dît çawa bijîşkên di hundirên Çînê de bêdeng kirin. Her wiha nehiştin ku bijîşk raporekê derbarê vê tiştî de bidin…Ev rêbazên Partiya Komunîst e."

Pompeo, desthilata Çînê bi "Derxistina xeteriyên mezin" ku bû sedema mirina bi sed hezaran kes li cîhanê, di nava de DYA‘yê tewambar kir.

Wezîrê Derve yê DYA‘ê têkildarî mijara girêdana vîrus bi laboratwareke enstîtuya  vîrusan li Wuhan got: "Delîlên mezin hene ku her tişt ji vî cihî dest pê kir. Destpêkê me gotibû ku ev vîrus ji bajarê Wuhan ê Çînê derket…Li cem Çînê lîsteya kesên ku li cîhanê bi vîrusê ketine heye, her wiha lîsteya laboratwarên ku bersiva pîvanên tê xwestin nadin, hene. Ev ne cara yekemîn ku ji ber şaştiyên di labratwarên Çînê de derdikevin cîhan li pêşberî vîrusekê rû bi rû dimîne."

Beriya niha jî serokê DYA‘yê Donald Trump, bi zimanekî tund Çînê rexne kir û ew tewambar kir ku derbarê destpêka derketina vîrusê civaka navdewletî xapandiye.

Trump roja Pêncşemê ragihand ku wî delîlê dîtine ku îsbat dikin ku Koronavîrusê ku labratoreyên enstîtuya vîrusan a li bajarê Wuhanê dît û got, belavûbna pandemiyê vedigere binkeftina Çînê, lê îsxîtbarata Amerîka û Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanê piştrast kirin ku ev vîrus ji xwezayê ye.