Ji bo rêgirtina li ber şewatan tedbîr hatin girtin

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ji bo pêşîlêgirtina şewatan di mewsima çinînê de rêze tedbîr û biryar girtin.

Ji bo rêgirtina li ber şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo rêgirtina li ber şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo rêgirtina li ber şewatan tedbîr hatin girtin
Ji bo rêgirtina li ber şewatan tedbîr hatin girtin
3 gulan, 2020   14:26
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Til Hemîsê bi koordîneya Komîteya Çandiniyê civînek ji endamên rêveber ên saziyên navçeyê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk re li dar xist. Civîn li navenda meclisê bi armanca girtina tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina mewsima çinînê hate lidarxistin.

Di sala borî de rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitîn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawîz da cotkarên ku zirar dîtine.

Di civînê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Hiyal El-Xiwêr axivî û pêwîstiya girtina tedbîran ji bo ku li pêşiya rûdana şewatan bigirin, destnîşan kir.

El-Xiwêr got: "Heger şewat derket, divê em nehêlibin belav bibe û bigihêje zeviyên cotkaran."

Her wiha diyar kir ku hevkariya di navbera şêniyan û cotkaran de di vî warî de pêwîst e.

Di dawiya civînê de ji bo pêşîlêgirtina derketina şewatan ev biryar hatin dayîn:

1-Aliyên rêyên sereke ji hêla Şaredariya Gel a navçeyê û şaredariyên girêdayî wê ve; Til Ehmed, Ebû Cirin, Ukaz û Ceza bên ajotin. Her wiha komîteyên awarte ji hêla meclisa navçeyê û şaredariyên girêdayî wê dê werin avakirin.

2- Hevkariya şêniyan bi rêveberiya navçeyê re divê were xurtkirin, divê teraktor û sahrîcan ji bo rewşên awarte amade bin.

 3-Wekî tedbîr ji bo ku şewat belav nebe  divê sînor di navbera her zeviyekê de hebe.

4- Hejmara erebeyên agirvemirandinê li navçeyê û belavkirina wê li ser çar bajarokan û navçeyê werin zêdekirin. Ji ber ku tenê erebeyek agirvemirandê li navçeyê heye.

5- Sotemenî li xwediyên patozan were belavkirin û miqdarê belavkirinê wê di demek berê were diyarkirin.

6-Divê xwediyên erebe, kamyon, patoz û terektoran amûra bêdengkirina şatmanan siwar bikin, kesên ku vê bi kar neynin dê werin cezakirin.  Ji çiruska dumana erebe û kamyonan dibe sedema şewatan.

7-Toreya kehrebeyê werin sererastkirin û şidandin, ji ber ku di sala borî de hinek veguhêrên kehrebeyê û toreyên wê bûn sedema rûdana şewatan.

8-Divê xwediyên patozan ku amûrên agirvemirandinê bikar bînin.

(şx)

ANHA