Li herêma Firatê sibê "perwerdeya online"dest pê dike

Di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrusê de, dê Zanîngehên Kobanê ji sibê (yekşemê) de, ji bo perwerdekirina xwenekarên zanîngehê sîstema "perewerdeya online" aktîv bike.

Li herêma Firatê sibê "perwerdeya online"dest pê dike
2 gulan, 2020   13:28
KOBANÊ

Piştî pênc hefteyan ji biryar qedexeya derketina derve  ku Rêveberiya Xweser di 23`ê Adarê de ragihandibû, sîstema "perwerdeya online" ku li gelek welatan hatibû bikaranîn, li herêma Firatê jî dikeve meriyetê.

BERNAMEYÊN PERWERDEYÊ Û METIRSÎ

Dê rêveberiya zanîngehê semînerên komî bi rêya 3 bernemeyên tora înetrnêtê (Zoom, Telegram, Klassroom) bide xwendekaran. Her wiha dê rêveberên zanîngehê dîmenên semîneran li ser wan bernameya bar bikin û piştre bi awayekî zindî bidin xwendekaran.

Der barê serkeftina vê sîstema perwerdeyê de  ku care yekemîn tê bikaranîn, metirsî hene. Ji ber ku înternet li gel hin xwendekaran peyda nabe û dibe ku rastî pirsgirêkên teknîkî bên.

ÇAWANIYA DAYÎNA DERSAN

Xwendekarên zanîngehê yên herêma Firatê, xwe ji bo rojên yekemîn ên perwerdeya online ku sibê dest pê dike, amade dikin. Dê rojane bi beşdarbûna 25 xwendekaran, 3 wane bên dayîn û dê hefteya yekê sîstema perwerdeyê ya nû bê ceribandin.

Hejmara xwendekarên sala xwendinê (2019-2020) yên herêma Firatên ku navên xwe li zanîngehê qeyd kirine 460 e. Li zanîngehê 2 beşên sereke hene. Beşa zanistî ji beşên (fîziya, kîmiya, zanistên xwazayî, bîrkarî) û beşê wêjeyî jî ji beşên (wêjeya erebî, wêjeya kurdî) pêk tê. Her wiha îsal li zanîngehê fekulteya "laboratoriya tenduristiyê" hat vekirin.

Cîgira hevserokatiya zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim diyar kir ku wan di hin bernameyên înternêtê de, ref çêkirine ku xwendekar dikarin bi hêsanî beşdarê bibin û bi rêya dîmenên tên belavkirin perwerde bibin. Xwendekarên ku internet li gel wan tune ye jî dikarin wan dîmenên tên parvekirin, ji cihekî nêzîk ê tora îneternêt lê peyda dibe bar bikin.

Wekî piraniya qadên din, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê di sala borî de, di werzê yekemîn ê sala xwendinê de çalakiya perwerdeyê heta çend hefteyan hatibû rawestandin. He wiha piştî belavbûna vîrusa (covid-19) li herêmê û seranserê cîhanê, perwerde hat rawestandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rhGvHX1y--Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>