Li Tirkiyê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe: 78 kesên din mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 78 kesên din jî ji ber şewba Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 336.

Li Tirkiyê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe: 78 kesên din mirin
2 gulan, 2020   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên der barê şewba Koronavîrusê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Li gorî tabloya hatiye parvekirin di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 78 kesî jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 336. Her wiha îro hezar û 983 kes jî bi şewbê ketine û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 124 hezar û 375.

Her wiha heya niha 58 hezar û 259 kes jî baş bûne.