Rêveberiya Xweser heqdestê patozan diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke berfireh de, heqdestê patozan ji bo mewsima îsal diyar kir.

Rêveberiya Xweser heqdestê patozan diyar kir
2 gulan, 2020   13:48
QAMIŞLO

Desteya Aborî  û Çandiniyê ya herêma Cizîrê, Desteya Aborî û Çandiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Giştî ya Cotkaran, Rêveberiya Giştî ya Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyên aborî, rêveberiyên giştî yên çandinî û sewalkariyê yên her du kantonên Qamişlo û Hesekê di civînê de beşdar bûn. Piştî nirxandinek fireh qanûnek bi hejmar 376 girêdayî diyarkirina heqdestê patozan hate dayîn.

Biyar wiha ye:

Ceh:

Bejî bê ka 2 hezar lîreyên Sûriyê, tevî ka 2 hezar û 500 lîreyên Sûryê. Rêjeya patozê bê ka ji sedî 10. Tevî ka ji sedî 11.

Avî bê ka 3 hezar lîreyên Sûriyê, tevî ka 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê. Rêjeya patozê bê ka ji sedî 11 û tevî ka ji sedî 12.

Genim

Bejî bê ka 3 hezar lîreyên Sûriyê. Tevî ka 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê. Rêjeya patozê ji sedî 11 tevî ka ji sedî 12.

Dagirtina ka di tubeyan de ji her donimekê re 200 lîreyên Sûriyê ye.

(şx)

ANHA