Li Israîl û Filistînê hejmara nexweşên Koronavîrus bilind bû.

Li Îsraîlê hejmara kesên ji ber Koronavîrus mirin bû 227 kes û 16 hezar û 4 nexwe. Li Filistînê jî hejmara nexweşan bû 517.

Li Israîl û Filistînê hejmara nexweşên Koronavîrus bilind bû.
2 gulan, 2020   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku hejmara kesên ji ber Koronavîrus li welêt mirine bû 227 kes piştî ku çend kesên nû pê mirin her wiha hejmara nexweşan bû 16 hezar û 4 kes.

Wezaret di daxuyaniya xwe ya rojan de wiha got : "Kêmbûneke sivik di hejmara nexweşên rewşa wan sivik û nîv de heye. Hejmara kesên rewşa wan xetere gihaşt 107 kesan ji wan 84 kes di bin alavên nefesê de ne."

Wezaretê destnîşan kir ku 9 hezar û 400 nexweş ji vîrusê baş bûne.

Girêdayî mijarê wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku duh 10 kesên nû bi Koronavîrus ketin û 3 nexweş li El-Difa El-Xerbiye û Qudsê baş bûne.

Wezartê wiha got : "Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrus li Filistînê bûn 517 nexweş ji wan 102 nexweş baş bûne."

(bx)